Hasip Kaplan: Bi pêşniyara Demîrtaş malbatên Roboskiyê pêşwazî li Erdogan kirin

26-12-2020
RÛDAW
9 sal di ser komkujiya Roboskî re derbas dibin
9 sal di ser komkujiya Roboskî re derbas dibin
Nîşan Komkujiya Robsoskî Hasip Kaplan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasip Kaplan ragihand ku li ser daxwaza hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş hejmarek malbatên komkujiya Roboskiyê hevdîtin ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan kirin.

9 sal bi ser komkujiya gundê Roboskî yê Şirnexê re derbas dibin ku 34 kesên sivîl ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê hatibûn kuştin.

Şeva 28ê Kanûna 2011an, balafirên şer ên Tirkiyê 34 kesên kasibkar li ser sînor kuştin ku piraniya wan zarok bûn.

Tevî çendîn doz û nerazîbûnan, hîn jî ew dosye nehatiye yekalîkirin û ti kesek weke berpirsê wê êrîşê nehatiye darizandin.

Parlamenterê berê HDPê Hasip Kaplan beşdarî bultena Rûdawê bû û têkil komkujiya Roboskî yê axivî.

Li ser pirsa “HDP bi wê yekê tê tometbarkirin ku doza Roboskî kire qurbana pêvajoya çareseriyê. Rastiya vê meselê çi ye?” Kaplan got: “Nexêr tiştek bi vî rengî nîne. Berî 9 salan li Enqerê bûm û parlameterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bûm. Bi şev saet 02:00 agahî ji min re hat. Min televizyon vekir kesê behsa komkujiyê nedikir, lê min yekser li ser medyaya civakî belav kir û min gihîşt cîhanê. Min got ku F-16 û heronan êrişî sivîlan kirine û 34 kes hatine kuştin ku ji wan 19 kes zarok bûn. Ew leşkerên li wê derê jî ew kes nas dikirin. Ez wê şevê li Serokwezîr, Wezîrê Navxwe û Wezîrê Edaletê geriyam, lê bersiva min nedan.”

Hasip Kaplan diyar kir ku “ti ambûlansên dewletê bo cihê komkujiyê nehatine şandin û tenê 15 ambûlansê şaredariyê bo cihê bûyerê hatine şandin.”

Kaplan got: “Li cihê komkujiyê delîl hatin komkirin. Dadgeha Amedê lêpirsîn dikir. Ji bilî wê meclîsê komîsyonek ava kir û ew komîsyon bo wê derê şand. Di nav komîsyonê de yek ji HDPê û yek ji CHPê bû. Piranî endamên komîsyonê ji AKPê bûn. Rapor hat amadekirin. Endamên AKPyî gotin bûyerê bi şaşî hate encamdan û nexwestin vekolîn were kirin. Ji ber vê yekê Dadgeha Amedê dosya bo dadgeha leşkerî şand. Herwiha meclîsê bi heman hincetê got ku pêwîstî bi vekolînê nîne. Ji ber vê yekê Serfermandariya Tirkiyê biryara devberdana ji şopanê da û doz girt. Parêzeran serlêdana Dadgeha Bingehîn kirin. Ligel malta 34 qurbaniyan gelek kesên din jî dema xwe de serlêdana dadgehê kirin. Di dadgehê de 14 baroyên bajarên Kurd cih girt. Ji bilî wan komîsyoneke HDPê jî hebû.”

Pirsa “Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê doz red kir û dibêje ji be ku di dema xwe de hinek belge nehatine pêşkeşkirin. Berpirsê vê xemsariyê kî ne?” Kaplan wiha bersivand: “Dema baro û parêzeran dosya amade kirin û hatin Enqerê, min bixwe ji Serokê Dadgeha Bilind a Tirkiyê Haşîm Kiliç rendevû wergirt û em bi hev re çûn. Lê Dadgeha Bilind ji aliyê usulê ve neheqî kir û îdia kir ku hinek belge di dema xwe de nehatine pêşkeşkirin. Tevahiya dosyayan bi hev re negirêdayî ne. Berpirsê vê yekê Dadgeha Bilindç hikûmeta AKPê û dageha leşkerî bû.”

Kaplan li sert pirsa “Hevdîtina Erdoxan li balafirgeha Şerafeddîn Elçî li gel malbatan ku Demîrtaş bûye navbeynkar çi bû, li ser çi hate axaftin?” wiha axivî: “Dema Erdogan hat Şirnexê, Demîrtaş li min geriya û ji min re got ku `serokwezîr hatiye dixwaze ligel malbatan hevdîtinê bike` min jî got ku malbat naxwazin hevdîtinê bikin dibêjin ên ferman dane ew in. Dubare Demîrtaş li min geriya û got ku hema weke temsîl 3-4 malbatan ligel xwe bibe û bila ligel Erdogan hevdîtinê bikin. Min li wê derê fehm kir ku Erdogan bi agahiyên heronan hatine bidesxtin hatiye xapandin. Piştî wê xapandinê bi F-16an êriş kirine. Du caran bombebaran kirine. Di bombebarana yekem de grûpek têne kuştin û grûpek xwe di nav şkeftan de diveşirin, lê di bombebaranê duyem de ew jî têne kuştin. Erdogan zanî ku eger li wê derê vekolîn were kirin ew dê weke berpirs were dîtin û doz li dijî wan were vekirin.”

Parlamenterê berê yê Şirnexê herwiha destnîşan kir ku wî malbatên qurbaniyê biriye parlamentoya Tirkiyê û got: “Me gelek têkoşîn kir. Me malbat beşdarî komcivîneke xwe kirin. Me li wê derê şerê wezîran kir. Min li meclîsê got: ‘Fermane hawar, hawar dîsa li me fermane. Li jor tê gire gira firoke û teyaran e. Her der xistiye nava agir û mij û dûman e. Li jêr tê qîre qîra zarokan hawara dayik û bavan e.’ Mlabat ligel partiyên opozizyonê jî hevdîtin kirin.

Bi gotina Hasip Kaplan pêvajoya dozê berdewam e û, dadgeha Amedê bo dadgeha navçeya Qilaban a Şirnexê şandiye, dadgeha xwecihî ya Qilabanê doz sekinandiye û kengê desthilatdariya Tirkiyê bixwaze pêvajoya dadgehê dê ji nû ve destpê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst