Serokê Giştî yê PAKê: Îsmaîl Beşîkçî ne bi tenê ye

26-12-2020
Nîşan PAK Mistefa Ozçelik Îsmaîl Beşîkçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozeçelîk piştevaniya civaknas û nivîskar Îsmaîk Beşîkçî nîşan da ku di van rojên dawiyê de li ser medyaya civakî rastî êrişan tê.

Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozeçelîk di daxuyaniyeke nivîskê de ragihand ku di van rojên dawîn, li ser  torên medyaya civakî  êriş li ser Dr.Îsmaîl Beşîkçî têne kirin û got: “Di serî da dixwazim bibêjim ku ez van êrîşan şermezar dikim. Divê bê zanîn ku êrîşa li Birêz Dr. Îsmail Beşîkçî tê kirin, di eslê xwe de êrîşa li dijî wan nirxên Kurdistanî ye ku Birêz Beşîkçî, bi  bi îsrar wan diparêze.”

Mistefa Ozçelîk diyar kir ku ew weke hemû birêvebir û endamên PAKê, “ligel hest û ramanên xwe yên Kurdistanî” ligel Îsmaîl Beşîkçî ne.

Bi gotina Ozçelîk “Îsmaîl Beşîkçî zanyarekî  Tirk ê hêja ye ku rastiya Kurdistanê bi daneyên zanistî pêşkêşî civatê dike.”

Ozçelîk dibêje: “Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçî mafê çarenusî ya miletê Kurd bi awayekî  bêdudilî parastî ye û bi vê boneyê jî 17 salên temenê xwe di nava zindanê da derbas kirîye. Birêz Beşîkçî li gorî wan pîvan û nirxên zanistî yên navnetewî , zanistekî  li Tirkiyê û li Kurdistanê kêmdîtî ye. Helbet mafê hin siyasetmedar û rewşenbîran heye ku rexneyan li hin dîtin û pêşnîyarên Birêz  Beşîkçî bikin. Lê heqareta li dijî şexsê wî, keda wî, fedakariyên wî, fikir û raman û nirxên ku diparêze; di eslê xwe da heqareta li dijî nirxên mirovahî û wicdanî ye, li dijî parastvan û alîgirên doza Kurdistanê ye.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Ozçelîk dibêje “Berî her tiştî wazîfeyeke mirovî û neteweyî û Kurdistanî ye ku li hemberî  êrîşên li ser Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçî  têne kirin, em bi dil û can li ba wî bin û rêzê li vî mirovê nefsbiçûk, fedakar  û hêja bigirin.  Em bangî hemû partiyên Kurdistanî, bangî hemû siyasetvan, rewşenbîr û  rihsipîyên  welatperwer ên Kurd û Kurdistanî dikin ku li cem Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçî bin.”

Îsmaîl Beşîkçî bi lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser Kurdan tê nasîn. Bi van nivîs û lekolînên xwe wî bandorek mezin li ser tevgera Kurdî jî kir. Ji ber van xebatên xwe bi giştî 16 sala di zîndanê de ma. Hemû li ser hev 100 sal cezayê zîndanê li wî hatiye birrîn. Bêşîkçî di sala 1999a de bi guhertina hinek qanûnên tirkan û efûyek giştî serbest hate berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst