Hejmara koçberan li kampa Waşokanî ji 6 hezar kesan nêzîk dibe

26-12-2019
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kampa Waşokanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara koçberan li Kampa Waşokanî, ku kampeke taybet bi koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî ye,  ji 6 hezar kesan nêzîk bûye, lê belê ji ber nebûna alîkariyên pêwîst, koçberên li vê kampê di rewşeke xirab de dijîn.

Berpirsekî ji Rêveberiya Kampa Waşokanî ragihandiye, ku hejmara koçberên navçeya Serê Kaniyê û gundewarê wê gihiştiye 5 hezar û 700 kesî.

Lê bi sedema nebûna alîkariyan ji aliyê rêxistinên navdewletî ve, rewşa mirovî li wê kampê gelekî zehmet bûye, bi taybetî jî niha ku demsala Zivistanê ye, ji ber nebûna pêdawîstiyan, koçber di rewşeke dijwar de dijîn.

Endamê Rêveberiya Kampa Waşokanî, Hesen Ehmed Yûsif daye zanîn ku hejmara koçberan rojane zêde dibe, koçber di rewşeke nebaş de dijîn, bi taybet bi hatina zivistanê û paşguhkirina rêxistinên navdewletî.

Ji destpêka êrîşên Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên ser bi Enqerê ve, rêxistinên alîkariyên mirovî yên navdewletî ji Rojavayê Kurdistanê derketin û heta niha nevegeriyane.

Piştî ku rêxistinên alîkariyên mirovî yên navdewletî Rojavayê Kurdistanê bi cih hiştin, barê gihandina alîkariyên mirovî, vekirina kampan û vehewandina koçberan ketiye stuyê Heyva Sor a Kurdî û saziyên ser bi Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê.

Herwiha Rêxistina Xêrxwaziya Barzanî ji destpêka êrîşên Tirkiyê ve bo ser Rojavayê Kurdistanê û koçberbûna xelkê ji ber wan êrîşan, çendîn karwanên alîkariyên mirovî gihandiye Rojavayê Kurdistanê. Heman dezgehê ragihandiye jî, ku ew dê li ser şandin û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo koçberên Rojavayê Kurdistanê berdewam bin.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine ragihnadin, vê rêveberiyê bêhtir ji 64 navendên taybet bi koçberan terxan kirine, ku Kampa Waşokanî yek ji wan navendan e.

Bi sedema êrîşa Tirkiyê û çekdarên opozsiyona Sûriyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, di 9ê Cotmeha 2019an de, bi dehan hezar welatiyên sivîl ji herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û navçeyên derdora wan bajaran koçber bûne.

Kampa Waşokanî bi 12 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst