Serokê Encûmena Sergeranê bersiva Rakan Cibûrî da

26-12-2019
RÛDAW
Nîşan Rakan Cibûrî Kerkûk Sergeran Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena navçeya Sergeranê bersiva parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê da û got, “Eger bixwazin rastiyê bibînin bila li tapoyan binêrin. Berî rejîma Baes bibe desthilat ev zevî yên Kurdan bûn.”

Qadir Ebas, Serokê Encûmena navçeya Sergeranê beşdarî bernameya radyoya Rûdawê ya bi navê ‘Bi Dema Kerkûkê’ bû û bersiva daxuyaniyên parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî da.

Serokê Encûmena navçeya Sergeranê dibêj eger Rakan Cibûrî bixwaze xwediyên rasteqîn ên wan zeviyan bibîne, bila li arşîvên tapoyên ku di salên 70yî de hatine dayîn binêre û got, “Ji ber ku berî rejîma Baes bibe desthilat ev zevî yên Kurdan bûn lê piştre dest bi ser de hat girtin û heta niha ew tapo dimînin.”

Qadir Ebas herwiha dibêje, “Tevahiya Pelkanê ji Kurdan pêk dihat, lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê niha tenê 6 malbatên Kurd mane. Zeviyên wan kesên ku li wan navçeyan dijîn hene ku tapoyên wan berî desthilata rejîma Baesê ne. Niha pirsgirêk li ser zeviyên 10 gundan hene ku ew jî, Serbeşax, Pelkana, Derbend, Ewllasard, Gêşme, Sert û Şenexe û sê gundên din ku li hembere pereyekî kêm (20 dînarên dirawê Swîsrî) ew zevî ji xwediyên wan ên resen hatine wergirtin û dest bi ser de hatiye girtin.”

Serokê Encûmena Sergeranê tekez jî kir ku Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî ji aliyê hêzên emnî yên Iraqê ve hatine dorpêçkirin û bi şêwaza serbazî tên birêvebirin.

Ev di demekê de ye ku Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî, di hevpeyvîneke taybet li gel Rûdawê, derbarê zeviyên sînorê Sergeran û Pelkanê gotibû, “Rêkevtinek heye, ev rêkevtin di navbera nûnerên cotkar, nûnerên partî, serokê meclîsa xwecihî û rêvebirên bajarok de hate îmzekirin. Li gor wê rêkevtinê divê nifûsa xwediyê erd bi ser navçeya Dibisê ve be û bi awayeke fermî piştrast bike ku ew erd ji bo wî hate dayîn. Kesên ku bibêjin di vî warî de neheqî li min hate kirin, dikarin di çarçoveya rêkevtina 1960-70an de serlêdana dadgehê bikin. Dadgeh bêyî ku li nijada aliyê doz vekiriye binêre, piştî lêkolînan biryara xwe zelal dike û xwediyê erd destnîşan dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst