Li Cizîrê kursa zimanê laş hat vekirin

26-12-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kursê Zimanê Laş Cizîr Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Cizîrê yê ser bi parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê, kurseke taybet û bê beramber, ji bo fêrbûna zimanê laş hatiye vekirin.

 

Armanc ji wî kursî, fêrkirina beşdarbûyên di wî kursî de ye, ku çawa alîkariya kesên xwedî pêdawistiyên taybet bikin.

 

Mamosteyê Kursa Zimanê Laş, Emrah Bilge dibêje: “Armanca perwerdekirina beşdarbûyên kursa zimanê ceste ew e ku di nav civakê de alîkariya kesên xwediyên taybet nayê kirin, ji ber vê yekê hest bi tenêbûnê dikin, ez li vê derê wan fêrî zimanê cesteyan dikim û ew jî kesên derdora xwe fêrî vî zimanî dikin.”

 

Kesên ku di kursê de beşdar in, dixwazin fêrî zimanê cesteyê bibin heya bikarin alîkariya kesên xwedî pêdawîstiyên taybet bikin.

 

Ayten Mungan dibêje: “Em xwebeş hatine vê derê, bi mamosteyan re em fêr dibin, armanca me ji beşdarî kirina vê kursê ew e ku em bikarin peywendiyê di navbera wan kesan de çêbikin ku xwedî pêdawîstiyên taybet in, ji ber nezanîna zimanê laşî em nikarin li gel kesên xwedî pêdawîstiyên taybet pewendiyan çêbikin.”

 

Mamoste û xwendekarên wê kursê, bi rêya zimanê laşî li gel kesên xwedî pêdawîstiyên taybet diaxavin û bûne wergirê hest û nerînê wan.

 

Mamosteyê Kursa Zimanê Laş, Emrah Bilge diyar dike: “Bi heycan ket, çavên wî pir rondik bûn, ji ber ku hinek kesê li derdora xwe dîtin ku dikarin bi zimanê laşî biaxivin, wiha fikirî ku ez jî xwedî pêdawîstiyên taybet im, dema dîtî ez diaxivim zêdetir bi heyecan ket, ji ber ku hevalê wî tuneye, bi rêya mobailê bi zimanê laşî di gel wan kesan diaxve yên ku ji wî dûr in.”

 

Ev kurs ku giringiyeke zêde bi zimanê laş dide û ji bo dirûstkirina peywendiyeke hêsantir li gel kesên xwdiyên taybet hatiye vekirin, xelkê Cizîrê bi germî pêşwaziya vê gavê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst