Kurdên Misilman û Êzdî cejna Krîsmasê li Krîstiyanan pîroz kirin

Duhok (Rûdaw) – Li Duhokê Kurdên Misilman û Êzdî di roja jidayîkbûna Hezretî Îsa Mesîh de çûn serdana cîranên xwe yên Krîstiyan û cejna Krîsmasê pîroz kirin.

 

Krîstiyanên Kurdistanê cejna jidayîkbûna Hezretî Îsa pîroz dikin. Nêzîkî 250 hezar Krîstiyan li Herêma Kurdistanê hene.

 

Li gundê Sêcê, Kurdên Misilman û Êzdî cejna Krîstiyanên li gundê xwe pîroz kirin.

 

50 hezar Krîstiyanên ji başûr û naverasta Iraqê koçber bûne û li Herêma Kurdistanê dijîn. Ji sedî 70yê koçberên Krîstiyan li parêzgeha Duhokê ne.

 

Hemû malbatên Krîstiyan ji bo cejnê serûpê çêdikin.

 

Li parêzgeha Duhokê nêzîkî 50 gundên Krîstiyan hene.