Koçberekî Kurdê Êzidî debara jiyana xwe bi peykersaziyê peyda dike

Zaxo (Rûdaw) - Koçberekî Kurd ê Êzidî di nava kampekê de li qezaya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê, dest bi çêkirina peykeran kiriye, û bi rêya peykersaziyê, debara jiyana xwe dabîn dike û dibêje, gelek daxwaz li ser berhemên wî hene.

 

Peykersaz Îdo Seîd dibêje, ku wî heta niha gelek kes fêrî peykersaziyê kirine, û herî dawiyê jî di çend rojên derbasbûyî de, wî xûleke fêrkirinê daye destpêkirin û ew xûl bi dawî kiriye, ku 25 kes bûne.

 

Xwendekarek ku li ber destê Îdo Seîd fêr bûye, dibêje, wan xûleke 45 rojî wergitiye, ku rojane 6 demjimêran bi praktîkî ew dihatin fêrkirin.

 

Îdo Seîd ku di nava kampa Çemişko ya qezaya Zaxoyê kar dike, di vê baweriyê de ye, ku beşek ji xelkê ji karê wî fêm dikin û piştgiriya wî dikin.

 

Îdo Seîd dibêje: “Em dê bazneyan dirist bikin û paşê dê sîmê çê bikin û piştre jî em dê çîmentoya zivir lêxin, û paşê jî dê nexşe bikin, 100 salan jî bimînin, dê her bimînin û ji nav naçin”.

 

Grûpeke gencan pê re dixebitin û 25 kes li ber destên wî fêrî hunera peykersaziyê bûne, lê li gor gotinên wan, ew nikarin bêyî Idî kar bikin, ji ber ku ev pîşe hêj di nava wan de sava ye.

 

Fêrxwaza bi navê Gewrê Elî ku li ber destê wî pîşegerê Kurdê Êzidî xwe fêr dike, ji Rûdawê re got: “Me xûlek li ber destê Îdo bo heyama 45 rojan wergirt, me 6 demjimêran kar dikir û paşê em du kes bûne yekem, û niha em li gel wî kar dikin, yên din jî dizanin kar bikin”.

 

Bi rêyên zanistî nehatiye perwerdekirin, lê karê peykersaziyê bûye tekane çavkaniya aborî bo wî. Li gor gotina wî, peykerên ku wî çê kirine, heta hezar dolaran jî hatine firotin.

 

Îdo Seîd ê peykersaz di derbarê kar û xebata xwe de ji Rûdawê re axivî û got: “Min du hesp çê kirin, paşê min balindeyek ji kompaniyayekê re çê kir. Ji karê min razî bûn û ji hinge ve ez berdewam dixebitim, ez fêrî wî karî bûme û ji bo baxçeyan jî dikirin”.

 

Ti rola amûr û teknolojiyayê di peykerên Îdo Seîd de nîne, û bi gotina wî her heftiyê ew dikare peykerkê amade bike.