Îslamiyên Kurdistanê 'civîna lûtke' saz dikin

26-12-2016
RÛDAW
Nîşan Partiyên îslamî Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Komela Îslamiya Kurdistanê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Civîna lûtke Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di dawiya îsal de kesên yekem ên her sê partiyên îslamî yên Başûrê Kurdistanê dê li Silêmaniyê civîna lûtke saz bikin û tê de karê hevbeş ê partiyên îslamî gotûbêj bikin,

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, biryar e roja şemî 31ê Kanûna 2016ê, li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, civîneke lûtke di navbera partiyên îslamî yên Başûrê Kurdistanê de birêve biçe.

 

Li gorî wan zanyariyan, dê di wê civîna lûtke de, kesên yekem ên her sê partiyên îslamî amade bibin û tê de derbarê projeyeke hevbeş bo karê hevbeş di navbera partî û aliyên îslamî de gotûbêjan werin kirin.

 

Di civîna lûtke ya li Silêmaniyê de, dê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûua Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn, Emîrê Komela Îslamiya Kurditsanê Elî Bapîr û Rêberê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Irfan Ezîz beşdar bibin.

 

Endamê Serkirdatiya Komela Îslamî û Berpirsê Ofîa Elî Bapîr, Hesen Babekir di daxuyaniyekê de, lidarxistina wê civînê piştrast kir û ragihand: “Destpêka hefteya bihê, dê kesên yekem ên her sê partiyên îslamî li Silêmaniyê bi hev re bicivin.”

 

Endamê Polîtboruta Tevgera îslamiya Kurdistanê Ebdullah Wertî jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Di wê civînê de, dê derbarê erkê aliyên îslamî bo qonaxên dahatî li Başûrê Kurdistanê û herwiha rol û senga îslamiyan di qada siyasî ya Başûrê Kurdistanê de gotûbêj werin encamdan.”

 

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê herwiha komîteyeke hemahengiyê di navbera xwe de ava kirine, ku bi gotina Ebdullah Wertî, “hemû eger, her ji karê hevbeş ve heta yekgirtinê, li ber wan vekirî ne.”

 

Wertî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Cemawerên îslamxwaz ên Kurdistanê, li benda aliyên îslamî ne, da ku pêngavên zêdetir ber bi yekgirtin û yekrêziyê ve bavêjin.”

 

Her sê aliyên îslamî yên Başûrê Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de xwediyê 17 kuriyên parlamentoyê ne.

 

Ji wan 17 kursiyan, Yekgirtû 10 kursî, Komel 6 kursî û Tevgera Îslamî jî 1 kursî heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst