Leşkerên Tirkiyê 2 xort li ser sînorê Rojava îşkence kirin

26-12-2016
RÛDAW
Wêneyê yek ji wan xortên ku hatiye îşkencekirin.
Wêneyê yek ji wan xortên ku hatiye îşkencekirin.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Dirbêsiyê Bakurê Kurdistanê Sînor Leşkerên Tirkiyê Îşkence
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hêzên pasevanên sînor ên Tirkiyê li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê yê li aliyê bajarê Dirbêsiya Rojavayê Kuristanê, êrişî 2 ciwanan kirin û ew bi dijwarî îşkence kirin.

 

Çavkaniyekê ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, ew her du kes birayê hev in û ji pêkhateya ereb in. Navê yekî ji wan Yûsif Ebdulhemîd Yûsif e ku temenê wî tenê 16 sal e û yê din Mihemed Ebdulhemîd Yûsif e û 37 salî ye.

 

Li gorî zanyariyan, her du bira ji gundê Mihermelê ne. Ev gund ser bi bajarê Zergan ê ser bi Dirbêsiyê ve ye.

 

Her du birayan hewl didan, bi qaçaxî sînor derbas bikin û derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, lê hêzên Tirkiyê ew girtin û li wan dan.

 

Bi gotina her du ciwanan, 6 pasvanên sînor ew îşkence kirin û tekez kirin, ku îşkencekirina wan heta wê demê berdewam bû, ku ew li ser hişê xwe neman û piştre hêzên Tirkiyê ew avêtin ser sînor.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst