Sûr - Mala Piştgiriya Jinan derfeta jiyaneke nû dide jinên mexdûr

Amed (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê li kêleka Minareya Çarling ku demeke dirêj bibû cihê şer û pevçûnan, Mala Piştgiriya Jinan hate vekirin. 

 

Di vê malê de ji 4 pîşeyan atolye hatin vekirin û 60 jinên mexdûr ên navçeya Sûrê kursê fêrbûna pîşeyan dibînin. Jinên ku temenê wan di navbera 16-45 salî de ne, li vê malê xwe ji jiyaneke nû re amade dikin. 

 

Kordînatora Mala Piştgiriya Jinan, Îlknur Emîray di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Kesên ku tên vê derê jinên mexdûr ên navçeya Sûrê ne. Yên ku rewşa wan nebaş e, pirsgirêka wan a aboriyê heye, li vir hînê kar dibin. Em di 4 beşan de kurs didin wan. Em ji bo hin kesên ku karê xwe baş hîn bûne jî, li kargehên taybet ji wan re kar dibînin.”

 

Li kursa jinan yek ji pîşeya ku herî zêde eleqe dibîne cam fîzyo ye.Jin bi kedeke mezin xewn û xeyalên xwe li ser caman dinexşînin. Ew ji 3 mehan heta 6 mehan li vê kursê şagirtî dikin. 

 

Mamosteya Cam Fîzyonê, Lutfiye Pîrînçîoglu jî ji Rûdawê re axivî û got: “Em li vir kursa cam fîzyonê didin. Yên ku hewesa wan û qabîliyeta wan hebe, ew dikarin dewam bikin. Ew dikarin sîparîşan bigrin û karên xwe bifiroşin. Dikarin ji bo mamostetiyê jî berdewam bikin.”

 

Li ‘Mala Piştgiriya Jinan’ ji têlkariyê heta nexşên malan, ji şar û krawatên hevrîşmê heta tevna berik û xalîçeyan perwerdehî tê dayîn. Jinên ku di bûyerên Sûrê de mexdûr bibûn, dixwazin ji xwe re pêşerojeke bi ewle ava bikin. 

 

Eylem Ozmez  ku beşdarî di kursa Mala Jinan de kiriye, ji Rûdawê re da xuyakirin, ku ew berê li nava Sûrê diman, lê ji ber wan bûyeran ew ji Sûrê derketin û niha jî kurs dibînin û xwe hînê pîşeyekê dikin. 

 

Welatiya bi navê Gulay Saylik ku tevli kursê bûye, li ser kursa Mala Pi]tgiriya Jinan got: “Morala me li vir baş dibe. Em derd û kulên xwe li vir ji bîr dikin. Ne ji van kursan be, em wan bûyeran nikarin ji bîr bikin û morala me baş nabe.”

 

Kursiyera Mala Piştgiriya Jinan, Şehrîban Aslan jî da xuyakirin: “Hem madî û hem jî manevî em qezenç dikin. Em ji vir kêfxweş  û memnûn in. Lewre hevalên me û atmosfera kursa me gelek xweş e.”

 

Li Mala Piştgiriya Jinan heta niha 320 jin hatine perwerdekirin. Taybetiyeke vê kursê jî ew e ku Saziya Kar, Îş Kur rojane 20 lîre pere dide kursiyeran.