MÎDYAD - Ji 2 hezar malbatên siryanî tenê 140 malbat mane

26-12-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Mîdyad (Rûdaw) - Siryaniyên ku hîn li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê dijîn ji bo vegera siryaniyên ku li xerîbiyê dijîn dibêjin heger rewş aram bibe, aborî baş bibe û aloziyên li herêmê ji holê rabin dê vegerin.

 

Di hundirê 30 salên dawîn de bi piraniya siryaniyên ku li Mîdyadê dijiyan koçî welatên Ewropayê kirin.

 

Ji bilî gundên bajarê Mîdyadê ji navenda bajêr ji 2 hezar malbatên siryanî tenê 140 malbat mane.

 

Hinek ji wan ji ber şer û aloziyên ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê diqewimîn, hinek ji wan jî ji bo aboriyeke baş koçber dibin.

 

Di serdema ´pêvajoya çareseriyê´ de hinek 20-30 malbat vegerin jî bi şer û pevçûnan re ev veger dîsa rawestiya.

 

Peyamnêrê Rûdawê Serkan Incî ji siryaniyên li Mîdyadê dijîn pirsî; “Bi we ji bo Siryaniyên ku koçber bûne dîsa vegerin ser av û axa xwe pêwîst e li vir çi pêk bê? Gelo ji bo vegerê rewşeke çawa pêwîst e?”

 

Siryaniyên ku hîn li Mîdyadê dijîn ji bo vegera siryaniyên ku li xerîbiyê dijîn, balê dikşînin ser aramî û aboriyê.

 

Bajarê Mîdyadê yê ser bi parêzgeha Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê wekî bajarê pêkvejiyanê tê nasîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst