Kobanî – Bendava Tişrînê ket destê şervanên HSDê! (hat nûkirin)

26-12-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Kobanî (Rûdaw) – Operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li başûrê Kobanî didomin. Hat gotin ku şervanên HSDê  bendava Tişrînê ji destê çekdarên DAIŞê derxistine.

Ev çend roj in operasyonên HSDê, ku şervanên YPGê jî di nav wan de, li başûrê Kobanî li dijî DAIŞê didome.

Li gorî agahiyan, şervanên HSDê ku ji şeva borî ve dora bendava Tişrînê girtibûn, îro danê sibê bendev ji destê çekdarên DAIŞê derxistin. Şer û pevçûn li dora bendavê didome…

Lê Jêderekî nêzîkî HSDê ji Rûdawê re got, şervanên HSDê ji aliyê rojhilat ve gihîştine bendavê û ti çekdarên DAIŞê li wê derê nemane.

Wî jêderî her wiha got, lê ji bo ku ziyan negihê bendavê şervanan bi temamî bendav kontrol nekirine.

Bendava Tişrînê 110 km li başûrê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê li ser çemê Ferat hatiye çêkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst