Kobanî: Hêzên kurdî pêşde diçin, DAIŞ tengav bûye!
Kobanî (Rûdaw) – Li Kobanî, ev çend roj in şerekî giran di navbera hêzên kurdî û DAIŞê de diqewime lê li gorî agahiyên Pêşmerge, derbên giran li DAIŞê ketine û hêzên kurdî jî pêşde diçin.
Şerê Kobanî derbasî meha çarem bûye û ev çend roj in şerekî giran di navbera hêzên kurdî û DAIŞê de diqewime.
Fermandeyên Pêşmerge li Kobanî ji Rûdawê re dibêjin, şervanên YPGê bi piştevaniya Pêşmerge roj bi roj pêşde diçin û balafirên şer jî bi tundî li çekdarên DAIŞê didin.
Êrişa herî dawî ya giran li dijî DAIŞê, operasyona Miştenûrê bû ku di encamê de DAIŞê derbên giran xwar û şervanên YPGê li her du aliyên kaşê Miştenûrê de pêşde çûn…