Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku Parlamentoya Kurdistanê 2yê Kanûna Pêşîn civîna xwe ya yekem li dar bixe
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di konferanseke rojnamegeriyê li dar xist û da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî biryar da ku 2yê Kanûna Pêşîn civîna xwe ya yekem pêk bîne.
Dilşad Şehab eşkere kir ku aliyên siyasî ji bo avakirina hikûmeta gotûbêjan dikin û da zanîn ku aliyên siyasî amede ne ku sozên ku dane xelkê bi cîh bînin.
Şehab Şehab da zanîn ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan encamên hilbijartinên Herêma Kurdistanê pesend kir û 24ê Çiriya Paşîn lîsteya parlamenteran ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand.
Şehab di berdewamiya axaftina xwe de behsa lidarxistina hilbijartinan kir û wiha got:
"Ya ku zehmet bû hilbijartinan hat kirin. Niha ya ku maye avakirina hikûmetê ye û heger îrade hebe hêsan e.
Em hewl didin partiyan li hevdû nêzîk bikin, heta niha tenê Komeleya Dadgêriyê biryar daye beşdarî civîna parlamentoyê nebe lê me pêwendî bi wan re kiriye û em rêzê li biryara wan digirin.
18ê Çiriya Pêşîn a 2024ê dengdana taybet û 20ê Çiriya Pêşîn jî hilbijartin giştî ji bo şeşemîn serdema Parlamentoya Kurdistanê hatin kirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê encamên destpêkê yên 21ê Çiriya Paşîn û encamên dawî jî 30yê Çiriya Paşîn eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê rêjeya beşdarbûnê ji sedî 72,6 e.
Komîsyonê diyar kir ku li gorî encamên fermî hejmara kursiyên partiyan wiha ye:
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî
Newey Niwê (Nifşê Nû): 15 kursî
Yekgirtû: 7 kursî
Komel: 3 kursî
Helwest: 4 kursî
Eniya Gel: 2 kursî
Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: Kursiyek
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse