Li Şirnexê bi hinceta PKKyê 20 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 20 kes bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne û “propagandeya PKKyê” kiriye kes hatin desteserkirin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê, îro hêzên ewlehiyê bi ser gelek malan de girt û bi “hinceta PKKyê” nêzîkî 50 kesî desteser kirin.

Li Şirnexê û navçeyên wê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û bi hinceta ku pêştir beşdarî xwepêşandanan bûne û “propagandeya PKKê” kiriye 20 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Şirnexê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Bi taybetî piştî danîna qeyûman li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê operasyonên desteserkirinê yên li dijî Kurdan zêdetir kirine.