Hewlêr (Rûdaw) - Li Darendeyê ya navçeya Meletiyê 65 serî pez ji ber berf û bagerê qefilî û telef bûn.
Li cihên bilind ên navçeyê berfa ku duh êvarê dest pê kir û bi şev dewam kir, tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li Gundê Ayvaliyê gundiyên pez diçêrandin ji ber berf û bagerê zehmetî kişandin.
Ji 168 serî pezê Ahmet Karakaya li ber bû, 65 ji ber serma û bagerê telef bûn û yên mayîn jî bi alîkariya şêniyên gund hatin xilaskirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse