YEWKURD: Divê rojnameger û nivîskar bilez bên berdan
Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD)ê li ser desteserkirina nivîskar, rojnameger û weşangeran daxuyanî belav kir diyar kir kir ku divê hemû rojnameger û nivîskar bên berdan.
YewKurdê di daxuyaniyê de got:
“Ji raya giştî re, ji xwendin û nivisandin û pirtûkan netirsin. Ji ber ku pirtûk berê we didin ronahiyê, ji ber ku pirtûk berê we didin wekhevî û azadî û serxwebûnê...
Vê sibê bi ser gelek malan da hate girtin û gelek kes hatin desteserkirin.
Di nava kesên hatine desteserkirin de endamê rêveberiya YEWKURDê Bawer Berşev, nivîskar Hicri Îzgoren, nivîskar û rojnameger Roza Metîna, nivîskar û helbestvan Siyabend Demir, rojnameger Suzan Demir, Erdogan Alayumat, Tugçe Yilmaz, Ardin Diren û karikaturîst Dogan Guzel û gelek kedkar û xebatkarên çand û zimanê Kurdî hene.
Em wekî YEWKURDê vê biserdagirtin û binçavkirinan rast nabînin, şermezar dikin û ji bo ramana azad û xebatên rojnamegerî û weşangeriyê xeternak dibînin.
Divê rojnameger û nivîskar bêne berdan.”
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro diyar kir ku li 30 bajarên Tirkiye û Bakurê di encama biserdegirtina malan de 231 kes hatine desteserkirin.
Em wekî YEWKURD qedexedanîna li ser her du pirtûkên Weşanên Aryenê şermezar dikin û nas nakin, em dibêjin werin dev ji kirinên xwe yên paşverû ber bidin, berê xwe bidin ronahiyê...
— YEWKURD (@yewkurd) November 2, 2024
YewKurd pic.twitter.com/5eIPwY8iqw