DAIŞî li xwe mikur hatin: Kê Dêrezor tevlîhev kir?

26-11-2023
Xalid Cemîl Mihemed
HSDyê li Dêrezorê hinek çekdar girtin / Wêne: HSD
HSDyê li Dêrezorê hinek çekdar girtin / Wêne: HSD
Nîşan HSD Derêzor Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand hêzên wan li Dêrezorê, hinek çekdar girtine.

HSDyê ragihand ku di çarçoveya operasyonên xwe de li parêzgeha Dêrezorê û gundewarê wê, hêzên wan, hinek çekdarên DAIŞê girtine.

HSDyê diyar kir ku ew çekdar li xwe mikur hatine ku ew ji herêmên hikûmeta Sûriyeyê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûne.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, armanca wan çekdaran têkdana aramî û ewlehiyê herêmê bûye.

Ebdulrehman El-Amir got:

"Hêzên Parastina Niştimanî rê ji wan re vekiriye, ji bo bi çek û teqemeniyên xwe derbasî Cizîrê bibin, piştgiriya eşîran bikin û li kêleka wan şer bikin.

Rê jî daye Lîwayê Qudisê ku li kêleka eşîran şer bikin, êdî çekan jî bi xwe re derbas dikin. Ev hemû bêserûberî, ji bo ku HSD ji Hesekê û gundewarê wê û herêmên Dêrezorê derkeve."

"Em dê çek, teqemenî û pereyan bidin we"

Bi gotina çekdarên ku HSDyê ew girtine, ew kiryarên wan bi piştgiriya hikûmeta Sûriyeyê ne lê bi navên eşîran tên kirin.

Deham Remedan El-Hesen jî got:

"Wan ji me re got, hûn dê bi navê eşîran otomobîlan bikin armanc, êdî em dê çek, teqemenî û pereyan bidin we.

Ev yek bi navê rejîmê ye lê ew dibêjin bi navê eşîran e. Armanc ew bû ku ji navçeyên Şedadê, Dêrezor û navçeyên din, xelk bêne çekdarkirin, ji bo handana li dijî HSDê û rê ji rejîmê re bê vekirin.”

Li beramberî wê yekê, şêxê eşîrekê ji Dêrezorê jî tekez kir ku eşîr li kêleka HSDyê ne û li dijî wan çekdaran û li dijî hikûmetê û grûpên nêzîkî Îranê.

Şêxê Eşîra El-Hesen Hemedê Xelîl El-Şiweêş jî got:

"Em ji aliyê xwe ve, wekî şêxeşîr û rîspî, piştî ku em ji mijarê piştrast bûn ku şoreş ne şoreşeke eşîrtiyê ye lê belê şoreşeke derekî ye, ji bo Îran û rejîma Sûriyeyê ye, êdî em li kêleka hêzên HSDyê û xelkên herêma xwe, radiwestin.

Em rê nadin rola ti destekî derekî, eger rejîma Sûriyeyê yan Îran be, ku derbas bibe û navçeya me li Dêrezorê, têk bide.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk beşek in ji me û em jî beşek in ji wan û ew xelkên herêma me ne û hemû pêkhateyên Kurd, Siryan û Ereb li xwe digire. Em yek gel in, bi hezarên salan bi hev re dijîn."

Ji du mehan ve, rewşa ewlehî û leşkerî û mirovî li parêzgeha Dêrezorê û gundewarê wê, ne aram e.

Ew jî bi sedema milmilane û girjiya di navbera hin grûpên çekdar û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye.

HSD dibêje ku heta niha ew di operasyonên xwe yên li dijî wan çekdaran didomînin ku hikûmeta Sûriyeyê piştgiriyê dide wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst