EFRÎN - Grûpên çekdar dîsa ji cotkaran bac stand û dar birîn

26-11-2023
RÛDAW
Nîşan SOHR Efrîn Grûpên çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar bacê bi ser cotkaran de disepînin û daran dibirin.

Li navçeyên Bilbil, Raco û Cindirêsê yên Efrînê çekdarên grûpên Feyleq El-Şam, Sultan Murad û Cebheya Şamî bi sedan tenekeyên zeyta zeytûnan talan kirine û bi sedan darên zeytûnan jî birîne.

Li gorî rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, çekdarên grûpa Feyleq El-Şam a ser bi Tirkiyeyê ve 2 teneke zeyta zeytûna li ser her malekê ferz kirine.

Herwiha li gundê Eyn El-Hecerê yê navçeya Racoyê çekdarên grûpa Sultan Murad 75 darên zeytûnan birîne û çekdarên grûpên Cebheya Şamî û Semerqendê jî li navçeya Cindirêsê dar birîn, 20 hezar dolar jî ji xelkê navçeyê standin.

SOHRê diyar kir ku li gundê Kîlayê yê navçeya Bilbilê çekdarên grûpa Feyleq El-Mecd berhema 80 darên zeytûnan dizîne û hezar û 500 dolar jî ji xwediyê rezekî standin.

Li navçeya Racoyê jî çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiyeyê 100 lîreyên Tirkî bi ser her barhilgireke zeyt an zeytûnan de sepandine.

Ji Adara 2018an ve, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve bi sedhezaran darên zeytûnan birîne û bi dehan ton zeyta zeytûnan jî wek bac bi ser cotkaran de sepandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst