Şofêrê ji Silopyayê li Dihokê canê xwe ji dest da: Cenazeyê wî hat şandin

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê Ferhat Salcanê ku di qezaya du tankeran de li Duhokê de canê xwe ji dest da, şandin bajarê wî Şirnexê.

Qeza berî 2 rojan li ser rêya Berdereş-Kelekê ya Dihokê rû da.

Tankera sotemeniyê Ferhat Salcan, bi tankereke din a ku ji aliyê din ve dihat qelibî.

Di qezayê de agir bi tankeran ket, Ferhat Salcanê 39 salî canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Salcan piştî karûbarên li Herêma Kurdistanê di Deriyê Sînorî yê Xabûrê re ber bi Şirnexê ve hat şandin.

Cenazeyê Ferhat Salcan piştî otopsiya destpêkê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopyayê ji bo otopsiya berfireh ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê re hat şandin.

Rêya Berdereş-Kelekê ya Dihokê, Hewlêrê bi Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê (Xabûr) ve girê dide.

Rojane bi sedan barhilgir, tanker û wesayitên giran wê rêyê bi kar tînin.