Li Êlihê derketina motorsiklêtan a trafîkê hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Êlihê ji ber rewşa hewayê ya xirap derketina motorsiklêt û bisiklêtan a trafîkê qedexe kir.

Parêzgariya Êlihê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, ji ber ba, baran û bagerê derketina rêyan a motorsiklet, bisiklêt û scooteran qedexe ye.

Qedexeyê îşev saet 23:00yan dest pê kir û dê heta sibe saet 18:00an berdewam bike.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê ev biryar ji bo parastina canê welatiyan hatiye dayîn.