AMED – Pismamê xwe bi çifteyê kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li Ameda Bakurê Kurdistanê S. Çoban, pismamê xwe Berat Çoban bi çifteyê kuşt.

Li gorî nûçeya DHAyê, bûyerê şeva borî li navenda Amedê rû da.

Li gorî heman çavkaniyê, di navbera S. Çoban û pismamî wî Berat Çoban (20) de nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş gur bû, S. Çoban bi çifteyê gule berda pismamê xwe.

Berat bi giranî birîndar bû û tîmên tenduristiyê ew veguhast nexweşxaneyê.

Beratê ku ji şevê din ve li ber xwe dide îro mir.

Li aliyê din, hêzên ewlehiyê hewl didin ku S. Çoban bigirin.