Îraq rê nade ku mamosteyên xwepêşander ên Kurdistanê biçin Bexdayê

26-11-2023
RÛDAW
Îraq rê nade ku mamosteyên xwepêşander ên Kurdistanê biçin Bexdayê
Îraq rê nade ku mamosteyên xwepêşander ên Kurdistanê biçin Bexdayê
Nîşan Xwepêşandan Mamoste Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyekî xwepêşander ê ji Silêmaniyê ragihand ku nêzîkî 1000 mamoste ber bi Bexdayê ve diçin lê li Kerkûkê beşek ji wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên astengkirin.

Nûnerê mamosteyên bajarê Kelarê jî da zanîn ku danê sibehê tenê ji Germiyanê nêzîkî 300 mamoste bi rê ketine lê li Kulecoyê rê li ber wan hatiye girtin ku derbas bibin.

Mamosteyê xwepêşander ê ji Silêmaniyê Adil Hesen li ser mijarê ji Rûdawê re got:

“Nêzîkî 1000 mamostayên parêzgehên Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê danê sibehê ber bi Bexdayê ve bi rê ketin lê hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê rê li ber derbasbûna me digirin.”

Nûnerê mamosteyên bajarê Kelarê Neberd Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku îro danê sibehê nêzîkî 350 mamosteyên ji bajarên Kelar, Derbendîxan, Kifri û Xaneqînê ber bi Bexdayê ve bi rê ketine ku li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê kom bibin.

Mamosteyên Germiyanê demjimêr 06:00ê sibehê ber bi Bexdayê ve bi rê ketin lê li ser xala kontrolê ya Kulecoyê rê li wan hat girtin ku hincet jî ew e ku ferman hatiye dayîn rê nedin ti mamosteyan derbas bibin.

Nûnerê mamosteyên bajarê Kelarê Neberd Ehmed anî ziman:

“Li xala kontrolê ya Qelayê ya Celewla-Kelarê nehiştin em derbas bibin lê fermandar dê were, bi îhtimaleke mezin dê destûrê bide me.”

Neberd Ehmed li ser daxwazên xwe yên ji Bexdayê got:

“Yek ji daxwazên me yên sereke ew e ku Bexda mûçeyan rasterast bi rêya bankên dewletê dabeş bike û mûçeyên mamoste û karmendan ji nakokiyên siyasî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê dûr bixe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst