Êrîşên Tirkiyê jiyana xelkê Rojavayê Kurdistanê dijwar kiriye

26-11-2022
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Êrişên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 20ê Mijdarê ve Tirkiyê dest bi bombebaran û topbarankirina Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratik (HSD) de kiriye. Li gor amarên ne fermî, di dema hefteyekê de û di encama bombebaran û topbarana Tirkiyê de 67 kes li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê de canê xwe ji dest dane.

Amîne, jineke Kurd a nişteciha bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ew ji tirsa dagîrkariya artêşa Tirkiyê mala xwe vediguhêze.

Nişteciha Kobaniyê Amîne Yusif got “Nizanim Tirk çi ji me dixwazin? Axa me dixwaze, milkê me dixwaze? Çi dixwazin nizanim. Em hejar in, tiştekî me nîne.”

Ji 20ê Mijdarê ve Tirkiyê dest bi bombebaran û topbarankirina Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola HSDê de kiriye.

Wan êrîşan tirs û xof li nav bajarê Kobanî çêkiriye ku sembola serkeftina Kurdan e bi ser DAIŞê de.

Welatî jî daxwaz dikin, civaka navdewletî li beramber van binpêkirinên Tirkiyê bêdeng nebe.

Niştecihê Kobanî Salih Ebdo dibêje “Me ji dêlva hemû dewletên din ve li Kobanî şerê DAIŞê kir. Lê niha hemûyan çavê xwe li beramber Kobanî girtine.”

Niştecihê Kobaniyê Nebo Cumee diyar kir “Wek dizanî Kobanî sembola Kurdan e. Kobaniyê DAIŞ têkşikand, lewra ew jî (Recep Tayyip Erdogan) dixwaze Kobanî têk bişkîne.”

Libajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku ligel Bakurê Kurdistanê hevsînor e iştecihekî wê dibêje, metirsiya bombebaran û topbarana Tirkiyê ew ji jiyana normal qut kirine.

Niştecihê Qamişlo Cebar Xelto anî ziman “Ez xelkê Serê Kaniyê me û ji 2019an ve min ewder bicîh hiştiye. Ew jî piştî êrîşa Tirkiyê bo ser me. Em çûn Efrînê; çûn Kobanî, niha tenê Qamişlo be me maye. Eger evder jî nemîne, ber bi ku ve biçin? Em daxwazê ji dewletan dikin ku van êrîşan ji ser me bidin alî.”

Li gor amarên ne fermî, di dema hefteyekê de û di encama bombebaran û topbarana Tirkiyê de 67 kes li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê de canê xwe ji dest dane, ku di nav wan de şervan, endamên hêzên asayîşê, serbazên hikûmeta Sûriyê û welatiyêmn sivîl jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst