Li Hewlêrê xelkê di Black Friday de berê xwe dan bazaran

Hewlêr (Rûdaw) - Bi helkefta Balck Friday (Îna Reş) li patexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê di nav bazar û dukanan de qerebalixiyeke zêde hebû. Li gelek dukan û bazaran ji sedî 10 heta 75 daşkandin hatibû kirin. Black Fiday ku wek danûstendin jî tê binavkirin her sal li seranserê cîhanê xelkekî zêde li benda vê rojê ne ku bikarbin bi erzanî kelûpelên pêwîst ji xwe re bikirin.

Di serma û di bin baranê de, her hemû li benda vekirina dergehên daşkandinên black Friday ne. Li gel yekem çirkeya vekirina dergehên Black Friday, êdî kes rê nadê kesekê din.

Dukandar Rêbwar Burhan Salih got “Me îro biryar da ku em faydê bidin xelkê û em zerermend bin, ji bo ku em dilê xelkê xwe xweş bikin.”

Di navbera razî û nerazî de û di maweyê 2 demjimêr û nîvan de, vî cihî bi qasî nêzîkî 60 hezar dolarên Amerîkî kel û pel firotin.

Dêlawer Şêrwan dibêje “Min Ipad kirî û nerxê wê gelekî baş e, ji 875 dolaran aniye 375 dolaran.”

Alan Ismaîl diyar kir “Bi rastî ez tu cudahiyê di navbera nerxê îro û rojên berî niha nabînim ji ber ku ev computer kevne û nabe bi vî nerxî were firotin.”

Elî Mihemed anî ziman “Bi rastî min computerek kirî û bi nerxekê gelekî baş.”

Bo yekem car vî cihî jî di vê rojê de serê sedê 30 heta 50 daşkandin li ser kelûpelên xwe çêkirbûn.

2 meh e Hana li benda vê rojê ye ji bo kelûpelên zivistanê ji mala xwe re bikirê.

Hana Kemal gor “Eve çend meh e ez li benda roja Black Friday me ji bo ku ez kelûpelên di nava malê de bi taybet yên zivistanê bikirim.”

Îna dawî ya meha Mijdarê li Amerîka û hejmareke welatên Ewropî û cîhanê bi Black Friday tê naskirin. Li Herêma Kurdistanê jî hejmareke cih daşkandinan di wê rojê de li ser kelûpelên xwe datîne, ku derfeteke ji bo froşkaran, da ku kelûpelên xwe yên kevin bifroşin bi taybet parçeyên elektronîk.