Li Duhokê baran û lehî; av ketiye hin malan û rê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barana zêde li çend taxên Duhokê lehî rabû û av ker nav hinek mal û dikanan û herwiha hinek rêyên çûnûhatinê jî hatin girtin.

2 roj in baraneke zêde li herêma Kurdistanê dibare.

Peyamnêrê me Nasir Elî ragihand ku îşşeve ji ber baranê li Duhokê, lehî rabû, li gor zanyariyên Rûdawê av çûye nav 20 mal û 25 dukanan.

Nasir Elî diyar kir ku ji ber lehiyê rêya sereke ya di navbera Duhok-Neynewayê hatiye girtin.

Berdevkê Berevaniya Şaristaniyê li Duhokê Îsmaîl Mistefa ji Rûdawê re ragihandin ku jiber lehiyê li çend taxên Duhukê av çûye nav zêdetir ji 35 mal û dikanan.

Îsmaîl Mistefa dibêje, lehî heta niha bûye sedema "windahiyên canî" û  lê av tenê li taxeke ketiye nav hinek mal û dikanan û  li taxa Qasara ya rojavayê bajêr av ketiye nav çend malan.

Derbarê xebatên tîmên peywendîdar de jî Îsmaîl Mistefa got: “Tîm li li her derê di amadebaşiyê de ne û mijûlin vekirina rêyan dibin.”

Herwiha Rêvebirê Av û Kanalîzasyonê yê Duhokê Yunus Cano jî ji Rûdawê re got ku li hin kolanan astengiyên trafîkê çêbûne lê ekîb ji bo vekirina kanalîzasyonê xebatên xwe didomînin.

Berdevkê Desteya Keşnasî û Erdhejan a Iraqê Amir cabirî ji Rudawê re ragihand îro herî zêde rêjeya baranbarînê li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê li qeza Çemçemal bûye ku 59.8 milîmitir bûye piştre Kerkûktê ku 50.8 Milîmitrên baranê barîne û ziyan gihande xelkê lehî jî çêkir û li gundekî 2 zarok bûne qurbanî.

Amir Cabirî got jî sibe jî baran navber navber dê bibare lê ew pêşbînî dikin ku rojên 29 û 30ê Mehê duyem pêla baranê li Iraq û Herêma Kurdistanê bibare û eger baran bihêz bibare ew dê rojekê zûtir xelkê haydar bikin ji bo ku hişyar bin..

Ji roja Înê ve pêleke zêde ya baranê sînorê parêzgeha Duhokê girtiye li ber xwe û heta niha 70 mîlîmetre baran li wê parêzgehê bariye.