Rojavayê Kurdistanê: Baregeheke hêzên Hevpeymanên Navdewletî hat mûşekbarankirin

26-11-2022
RÛDAW
Nîşan CENTCOM Şedadî Mûşekbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, şeva borî 2 mûşek li navendeke hêzên Hevpeymanên Navdewletî li dijî DAIŞê yê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ketine. Hevpeymanên Navdewletî li dijî DAIŞê jî ev nûçe piştrast kir.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Şemiyê 26ê Mijdara 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, “Şeva borî di demjimêr 22:31an de, 2 mûşek li baregeha hêzên Hevpeymanên a li Şedadî ya Sûriyê ketine.”

CENTCOMê destnîşan kir ku baregeha ku hatiye mûşekbarakirin bingeheke perwerdeyê bû û di êrîşê de ti ziyanek çênebûye.

CENTCOMê diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çûne cihê avêtina mûşekan û "mûşeka sêyem ya neteqiyayî" dîtine lê cihê avêtina mûşekan diyar nekir.

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî Joe Buccino li ser êrîşê got, “Êrîşên bi vî rengî metirsiyê dixine ser hêzên hevpeymanan û sivîlan, ewlehî û aramiya ku bi zehmetî hatiye bidestxistin dixe metirsiyê.”

Heta niha ti aliyan berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Roja Sêşemê 22ê Mijdara 2022an, Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Ferhad Şamî ragihand, “Bi firokeyên bê firokevan êrîşî baregeheke hevbeş a HSDê û hevpeymaniya navdewletî li bakurê parêzgeha Hesekê hate kirin” ku bingeh ji bo operasyonên li dijî DAIŞê dihat bikaranîn.

Şamî diyar kiribû ku di êrîşê de 2 endamên hêzên dijî terorê yên HSDê canê xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.

Danê sibehê yê 20ê Mijdara 2022an, Tirkiyê dest bi operasyona “Pence-Şûr” kir û êrîşeke esmanî ya berfireh li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên di bin kontrola HSDê de pêk anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst