Baroya Wanê derbarê qedexeya çalakiyan de doz vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bo dema 9 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan û civînên bikom hatin qedexekirin. Yek ji Endamên Baroya Wanê parêzer Kadir Kutevî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku wan dijî qedexeyên parêzgariya Wanê doz vekirine û got “Ev qedexeya vê carê bi taybetî ji bo rê girtina li protestoyên derbarê operasyona artêşa Tirkiyê yên dijî Rojavayê Kurdistanê de hatine ragihandin. Li Wanê rê bo çalakiya jinan a AKPê hat dayîn, lê bo ya HDPê û saziyên din nehat dayîn.”

Parêzgariya Wanê roja Înê 25ê Mijdara 2022ê ragihand ku bo demê 9 rojan hemû çalakiyên wek xwepûşandan, meş, civînên çapemeniyê, mîtîng, vedana çadiran û platform li parêzgehê hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê îdia dike ku “sedema vê qedexeyê parastina ewlekarî û aramiya navxweyî, nehiştina planên wêranker ên terorîstî, parastina jiyan û mal û milkê welatiyan û nehiştina derketina tundûtûjiyê ye.” Li gor parêzgarî dibêje ew qedexe, wan çalakiyan li xwe nagire ku destûra wan ji aliyê parêzgar û parêzgehan ve hatibe dayîn.

Serokê Berê yê Baroya Wanê û yek ji endamên niha yên wê baroyê Kadîr Kutevî îro 26ê Mijdara 2022ê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan doh 25ê Mijdara 2022ê derbarê qedexekirina çalakiyan de li Wanê ji aliyê parêzgar ve, li dadgehê doz vekirine.

Kutevî diyar kir, ku ev zêdeyî 6 sal in li Wanê qedexeya çalakiyan tê ragihandin, lê qedexeya vê carê taybet e bi rêgirtin û astengkirina xwepêşandanên dijî operasyona Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê. Kadîr Kutevî got: “Heta niha me dijî van qedexeyan çendîn car gilî jî tomar kirine, lê heta niha me ti encamek bidest nexistiye.”

Herwiha endamê Baroya Wanê Kutevî da zanîn ku duh 25ê Mijdara 2022ê beşek ji jinan bi pêşengiya HDPê xwestin bi helkefta Roja Rûbirûbûna Tundûtîjiya Jinan a Cîhanî çalakiyekê bikin, lê hêzên ewlekariyê rê nedan çalakiya HDPê û saziyên din û got: “Lê heman hêzên ewlekariyê rê dan çalakiya jinan a bi pêşengiya AKPê li Meydana Beşyol Wanê û wan çalakiya xwe bi awayek asayî kirin.”

Ji roja hewla derbeya 15ê Temuza 2016an ve li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam qedexeyên çalakiyan tên ragihandin û dema wan tê dirêjkirin.