Niştecihên Kobanî dijî êrîşên Tirkiyê xwepêşandan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, bi sedan kes rijiyane ser cadeya serekî ya bajêr. Li dijî bombebaran û topbarana çend rojên borî yên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanê kirin.

Hinek xwepêşander helwêsta lawaz a Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê rexne dikin ku ji 2014an ve li navçeyê bicîh bûye.

Xwepêşander Semîre Ehmed dibêje “Niha tevehiya dewletên navnetewî li vê derê ne, guhê xwe jê re girtine, çavên xwe jê re girtine, kanê mafên miorvan? Kanê mirovahî? Eger mirovatî hebûya qaşê dibêjin em li vê derê garantor in kanê garantoriya wan? Li vê derê ne dibêjin em mafên Kurdan diparêzin, kanê mafên Kurdan li kuderê diparêzin?”

Ji berê sibeha roja 20ê mehê ve Tirkiyê dest bi bombebaran û topbarankirina Rojavayê Kurdistanê û çend navçeyên din ên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de kiriye.

Li gor amarên ne fermî, di wan êrîşan de 67 kesan canê xwe ji dest dane, Berdevkê YPGê jî dibêje, 15 kes ji wan şervan in.

Serokkomarê Tirkiyê êrîşan wek destpêk bi nav dike û dibêje, di demeke maqûl de dest bi êrîşa bejahî jî dikin.

Semîre Ehmed got jî “Eger çi ji me were xwestin, em dê her roj li qadan bin, em dê her roj li ser piayn bin. Em axa xwe bihustek ji dewleta Tirk re bernadin, axa me axa şehîdan e.”

Îlona 2014an DAIŞê êrîşî Kobaniyê kir û Amerîkayê jî bi rêya êrîşên esmanî alîkariya şervanan kir û bi wî awayî êrîşa DAIŞê hat têkşikandin.

Berevanîkirina li Kobanî li navçeyê û cîhanê gelekî deng veda û ew bajarê Rojavayê Kurdistanê wek sembola berxwedan û rûbirûbûna DAIŞê hat naskirin.

Xwepêşander Emîne Yasîn diyar kir “Em ên çi ne? Me hemûyan berî deran didin, mîna şêran aha here vê derê DAIŞiyan bikujin, lê ka mafên me? Em dê mafên xwe bi dest û devên xwe bixwazin, ji xeynî Xwedê kesekî me tine. Yên li vê derê jî gişt derewan dikin.”

Tirkiye li ser berdewamkirina operasyona xwe ya leşkerî bo ser Rojavayê Kurdistanê pêdagir e. Amerîka jî dibêje, êrîş aramiya navçeyê têk didin û bala li ser şerê DAIŞê kêm dikin.