Kampên Koçberan yên li Rojavayê Kurdistanê

26-11-2021
Loloxan
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kampên Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çend kamp bo koçberan hatine vekirin, beşkî wan kampan bo xelkê navçeyên din ên  Rojavayê Kurdistanê hatine çêkirin, û hinek jî taybetin bi jin û zarokên DAIŞê, û çend kampên din jî bo koçberên bajarên din ên Sûriyê ne.

Sedemên koçberbûna akinciyên kampên Rojavayê Kurdistanê jî cuda ne, hinek ji ber şerê navxwe yê Sûriyê, û hinek ji ber ku li nav DAIŞê bûn, û hinekên din jî ji ber operasyonên Tirkiyê û grûpên çekdar hatine vekirin.

Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 kampên koçberan hene, ew jî ev in li ser nexşeyê:

-Kampa Holê, 40 kîlometre dikeve rojhilatê bajarê Hesekê Hesekê, ku 70hezar Koçber li xwe digire ku piraniya wan jî kesûkarên DAIŞê ne.

-Kampa Waşokanî, 13 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Hesekê li ba bajarokê Tuwêne, ku 12 hezar Koçberên Serê Kaniyê li xwe digire.

-Kampa Erîşe, 25 kîlometre dikeve başûrê bajarê Hesekê 14 hezar Koçberên Dêre Zorê li xwe digire.

-Kampa Roj, dikeve nêzîkî bajarê Dêrika Hemko, ku 2 hezar û 500 kesûkarên DAIŞê yên biyanî li xwe digire.

-Kampa Girê Sipî, dikeve gundê Til Simen li başûrê rojhilatê Girê Sipî, ku 27 hezar Koçberên navçeya Girê Sipî li xwe digire, ku ji ber operasyona 2019an a Tirkiyê revaiya ne.

-Kampa Mehmûdlî , dikeve başûrê bajarê Tebqe li rojavayê Reqayê, ku 8000 Koçberên navçeyê li xwe digire.

-Kampa Elewde ( Veger ), ku dikeve gundê Ziyaret ê  navçeya Şehbayê li bakurê rojavayê Helebê, 900 Koçberên Efrînê li xwe digire.

-Kampa Serdem, ku dikeve gundêTil Sosîn ê Şehbayê li bakurê rojavayê Helebê, ku 4 hezar Koçberên Efrînê li xwe digire.

-Kampa Şehba, ku dikeve gundê Fafîn ê Şehbayê li bakurê rojavayê Helebê, ku 4 hezar û 700 Koçberên Efrînê li xwe digire.

-Kampa Efrîn, dikeve başûrê rojhilatê Efrînê, 600 Koçberên êla Qurbat li xwe digire, ku ji ber operasyona Tirkiyê ya 2018an de ji herêma Efrînê koçber bibûn.

Li gor berpirsê kampên Rojavayê Kurdistanê ser bi Rêveberiya Xweser ve, Şêxmûs Ehmed, beşekî kampan tenê çadir û hesîran hatine çêkirin, di dema dawî de jî hejmarek koçberên din ji navçeya Til Temirê hatine nav wan kampên bajarê Hesekê, lê bi hatina zivistanê tê pêbînîkirin ku rewşa koçberan li nav van kampan zêde xerbtir bibe, bi gotina berpirsê kampên Rojavayê Kurdistanê ti alîkarî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bo van kampan nayên, tenê Rêveberiya Xweser bi şiyanên xwe yên sînordar hewil dide pêdiviyên sereke ji nêzîka 100 hezar koçber re li nav kampan dabîn bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst