EFRÎN - Çekdaran êrişî konê şînê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê li nahiya Şiyê ya Efrînê bi ser konekî şînê de girtin û 5 kes desteserkirin.

Li navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Emşat ku Tirkiye piştevaniya wan dike, bi ser konekî şînê de girtin.

Li gorî zaniyariyên xwecihî ji Efrînê, dema ku wan çekdaran êrîşî konê şînê kirin, li xelkê dan û 5 kes girtin.

Her li gor zanyariyan destpêkê ew kes bo navendeke wê grûpê ya li Şiyê hatin veguhestin, lê paşê çekdaran ew bo cihekî nediyar birine û çarenivîsa wan nediyar e.

Kesên hatine desteserkirin: Mesûd Mistefa Şêxo û herdû birayên wî Xelîl û Ebdulrehman, li gel pismamên wan Emar û Bekir Mistefa Rehmokê

Berî niha çekdaran ew malbat bi wê yekê tometbar kiribû  ku dema Komîteya Lêkolînan ji bo tomarkirina binpêkariyan serdana Şiyê kiriye, wan belge dan wê komîteyê.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.