Jinên rizgarbûyên destê DAIŞê di rewşeke derûnî ya xirab de ne

Duhok (Rûdaw) - Zêdetirîn tundûtûjî û sivkayetiya bi jinan ji aliyê DAIŞê ve bi jinên Kurd ên Êzidî hat kirin û heta niha jî hemû ew jinên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin li jêr zebra têkçûna derûnî û kesayetî de ne.

Ev 4 sal in Şehlaya 22 salî ji destê DAIŞê rizgar bûye û niha jî şûnên îşkencekirin û lêdanê li ser laşê wê mane û destê wê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye daxkirin, lêbelê karîgeriya li ser derûniya wê ji ya wan birînan zêdetir e.

Şehla Ezîz, rizgarbûya destê DAIŞê dibêje, “Me li wê derê gelek zehmetî tahm kirin. Li me didan, serê me dişkandin û destl me dax dikirin.”

Pakîze jî salek û 4 meh e li Sûriyê ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin û hê jî tirsa wê lêdan û tundûtûjiya li hember wê hatiye kirin li ser derûniya wê maye û çareseriya derûnî werdigire.

Pakîze Mihel, rizgarbûya destê DAIŞê dibêje, “Ez li Baxozê rizgar bûm û li wir min gelek zehmetî dît. Li me didan, em hatin firotin û ta niha derûniya min asûde nîne, lê spas bo Xwedê hatime nav kesûkarên xwe.”

Li piraniya kampan, navendên taybet bi çareseriya derûnî bo rizgarbûyên destê DAIŞê hatine danîn  û derûnnas jî çareseriyê bo wan dikin. Pizîşkan jî pêwîstî bi hewa û jîngeheke guncaw heye ku karîgeriyê li ser derûniyiya wan kêm bikin.

Derûnnas Dr. Êlîn Ebdulsemed dibêje, “Piraniya rizgarbûyên destê DAIŞê ku tên vê derê, tûşî nexweşiya derûnî bûne. Piraniya wan zebra derûnî û xemokî heye.”

Serpêhatiye piraniya rizgarbûyên destê DAIŞê wek hev e ku pêk tên ji îşkencekirin, azar, kirîn, firotin û sivkatî ku hemû wek tundûtûjî tên binavkirin û ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatine qedexekirin.