Li qeraxên Çemê Firatê termek perçe kirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bêrecûk a Rihayê li Bakurê Kurdistanê, termeke perçe bûyî li qeraxên Çemê Firatê hat dîtin.

Li navçeya Bêrecûkê kesên ku li qeraxên Çemê Firatê li nêzîkî gundê Tilmûsayê termeke perçe kirî dîtin, aliyên peywendîdar û hêzên ewlehiyê ji rewşê agahdar kirin.

Li gor nasnameya ku li ser cenaze derketiye, ew kes bi eslê xwe ji navçeya Xelfetê ya Rihayê ye û di sala 1974an de li Almanyayê jidayîk bûye û navê wî Muzaffer Ozturk e.

Hat zanîn ku derbarê Muzaffer Ozturk de 9 dosyayên tohmetên têkildarî bazirganiya madeyên hişbir û çekan de hatine tomarkirin.

Muzaffer Ozturk ev 20 roj bûn jê ti agahî nehatibû wergirtin û malbata wî 5ê Mijdarê ji bo dîtina wî serlêdana saz û dezgehên peywendîdar kiribû.

Li gor zanyariyên destpêkê termê Muzaffer Ozturk ji aliyê ajelên hov ve hate perçekirin, lê ji bo zanîna sedema mirin an jî kuştina wî, cenaze bo Saziya Tîpa Dadê hate şandin.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de hate destpêkirin hêj berdewam e.