Murat Karayilan bang li Amerîkayê kir

26-11-2020
RÛDAW
Nîşan Murat Karayilan PKK Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan bang li Amerîkayê dike ku li şûna baweriya xwe bi zanyariyên Tirkiyê bîne bila peywendiyeke rasterast li gel PKKê pêk bîne û herwiha ji ber şerê wê yê li dijî DAIŞê daxwaz dike navê PKKê ji lîsteya “rêxistinên terorî” bê derxistin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlî, behsa helwesta Amerîkayê ya li hember PKKê kir.

Murat Karayilan di beşeke wê hevpeyvînê de dibêje, “Heta niha Amerîkayê li gel me peywendî pêk neanî, Amerîka me ji aliyên sêyem yên wek Tirkiyê ku li dijî me ye, hîn dibe” û diyar dike ku derbarê wan de zanyariyên xelet û sexte bi Amerîkayê tên dayîn.

Karayilan tekez dike, “Tekane çareserî ew e; Amerîka li gel me bikeve nav peywendiyê,  li hember Kurdan siyaseteke zelal hebe û alîkariya çareseriya Pirsa Kurd bike.”

Amerîka ji sala 1997an ve PKK xistiye nav lîsteya “rêxistinên terorî” û Karayilan di wê baweriyê de ye ku zêdekirina navê PKK û serkirdeyên wê li lîsteya “rêxistinên terorî”, hewleke siyasî ya Amerîkayê ye ku “dewleta Tirkiyê hêmin bike.”

Di dewama gotinên xwe de Murat Karayilan daxwaz dike, “Em bang li Amerîkayê dikin me ji lîsteya terorê derxe. PKKê roleke girîng dît di rawestandina belavbûna DAIŞê de li navçeyê û em hêvîdar in Amerîka boçûna xwe ya derbarê me de biguhere. Helwesteke wiha ya dîplomatîk dê sûdê bigihîne Amerîka û hevbeşên wê yên li herêmê.”

Roja Înê 42 sal di ser damezrandina PKKê re derbas dibin û di vê heyamê de xebat û çalakiyên PKKê ji aliyê Amerîkayê ve hatin şermezarkirin û herî dawî, meha Tebaxê, Amerîkayê bang li Hewlêr, Bexda û Enqerê kir bi hevbeşî PKKê ji Şingalê derxînin.

Herwiha Washingtonê êrişa PKKê ya li dijî Pêşmerge ku destpêka vê mehê Çemankê rû da, şermezar kiribûn.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê ji wê rojnameya Îsraîlê re tekez dike, “Amerîka jî di nav de em dijmintiya ti kesî nakin,  me ti caran Amerîka nekiriye armanc.”

Serkirdeyên PKKê heta niha gelek caran Amerîka bi wê yekê tohmetbar kirin ku koordînatên baregeh û tevgera hêzên wan dide Tirkiyê.

Murat Karayilan jî dibêje, “Mixabin tevî piştgiriya me ya bo demokrasî, azadî û mafên mirovan, Amerîka û welatên rojavayî, li dijî me piştevaniya kampaniya serbazî ya Tirkiyê dikin. Em hêvîdar in Amerîka siyaseta xwe di ber çav re derbas bike û li hember gelê Kurd xwedî helwesteke erênîtir be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst