Komkujiya Dêrsimê – “Ji gundekî tenê bavê min rizgar bû”

26-11-2020
RÛDAW
Peykerê Seyîd Riza li navenda Dêrsimê
Peykerê Seyîd Riza li navenda Dêrsimê
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê Komele Xidir Çîçek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgehê ji ber navê Dêrsimê rê neda ku komeleyek bê vekirin. Yek ji damezîrênerên wê komeleyê jî dibêje, “em li hember biryara dadgehê matmayî mane” û herwiha amaje bi Komkujiya Dêrsimê dike û dibêje, “Di Komkujiya Dêrsimê de ji gundekî tenê kesek rizgar bû, ez jî kurê wî me.”

Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, Komeleyeke Dîrokî û Çandî xwest navê xwe bi awayekî fermî tomar bike, lê ji ber hebûna peyva Dêrsimê di navê wê komeleyê de, dadgehê rê neda ku komele bê vekirin.

Komeleya Dîrok û Çanda Dêrsimê ji bo fermîkirina xwe serî li dadgeha Dêrsimê da, lê dadgehê ew serlêdan qebûl ne kir.

Di heman demê de bernameya komeleyê jî ku lêkolînkirina çanda Elewîtiyê, bûyerên komkujiya Dêrsimê û arşîvkirina wan li xwe digre, weke çalakiyên cudaxwaz binav kiriye.

Wê komeleyê jî li hemberî vê biryara dadgehê nerazîbûna xwe nîşan da û got, tenê ji ber peyva Dêrsimê dijayetiya wan tê kirin û dadgehê rê nedaye wan ku komeleya xwe vekin.

Xidir Çîçek, yek ji damezrînerê Komeleya Çand û Dîrokê ya Dêrsimê beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa helwesta li hember komeleya wan kir.

Xidir Çîçek di axaftina xwe de amaje bi komkujiya Dêrsimê kir û got, “Ez jî ji malbateke mexdûr im. Di 1937-38an de em rastî komkujiyeke mezin hatin. Ji gundekî ku 15 mal tê de bûn, yek kes rizgar bû û ez jî kurê wî kesî me.”

Li ser sedem û armancên damezirandina komeleyê jî Xidir Çîçek dibêje, “Pêwîstiyek hebû, li ser Dêrsimê ti amarên dîrokî nehatine tomarkirin. Ji bo parastin û veguhastina çand, klam, dengbêjî, rûtuelên dînî yên Dêrsimê me ev komele damezirand.”

Çîçek li ser biryara dadgehê jî dibêje, “Gotin divê navê Dêrsimê bi fermî neyê bikaranîn. Em li hemberî biryara dadgehê matmayî mane. Ji ber ku Dêrsim navê dibistanekê jî ye. Navê Dêrsimê bi hezaran sal e tê bikaranîn.”

Derbarê hewlên wan ji bo vekirina wê komeleyê jî Çîçek dibêje, “Me bawer nedikir dadgeh navê Dêrsimê qedexe bike. Em dê biçin dadgeha bilind.”

Roja 4ê Gulana 1937ê komkujiya Dêrsimê hat kirin, 13 hezar Kurd li Dêrsimê hatin kuştin, 12 hezar bi neçarî hatin koçberkirin.

Seyîd Riza û hevalên wî 5ê Gulana heman salê hatin darvekirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 23ê Mijdara 2011ê ku wê demê serokwezîr bû, çend belgeyên dîrokî derbarê komkujiya Dêrsimê de pêşan dan û siyaseta wê demê ya dewleta Tirkiyê rexne kir.

Herwiha derbarê komkujiya Dêrsimê de got: "Eger pêwîst bike bi navê dewletê daxwaza lêborînê bê kirin û nerîteke wiha hebe, min daxwaza lêborînê kir û daxwaza lêborînê dikim. Ev bûyer di demekê de ye ku CHP take partiya desthilat bû. Lewra yê ku pêwîst e daxwaza lêborînê bike, Kemal Kiliçdaroglu ye."

Salane 3ê Gulanê komkujiya Dêrsimê tê bibîranîn û gelek caran ev bîranîn di warê siyasî de nîqaşên cuda ligel xwe tîne.

Dêrsim bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û niha hejmara akinciyên wê derdora 86 hezar kes e. Li gor daneyên Saziya Amaran a Tirkiyê, 8 bajarok, 2 belde û 342 gund li sînorê parêzgeha Dêrsimê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst