Li Rihayê pêngavek nû li hemberî zewicandina zarokan

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, Rêveberiya Polîtikaya Malbat û Civakî ya Bajêr bi mebesta rêlibergirtina zewicandina zarokan ligel serok eşîr û rîspiyan peymanek îmze kirin.

Li Rihayê, Rêveberiya Polîtikaya Malbat û Civakî ya Bajêr di çarçoveya têkoşîna li hemberî zewaca zarokan de ligel serok eşîr û rîspiyan peymanek îmze kirin. Peyman zewicandina bi zorê û têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê jî lixwe digire.

Rêvebirê Rêveberiya Polîtikaya Malbat û Civakî ya Bajêr Hasan Bilicî li navçeyên Heran, Kaniya Xezalanê Sêwerek û çend deverên din ê Rihayê serdana serok eşîr û rîspiyan kir û ji wan daxwaz kir ku bibin “qasidên xwebexş”.

Hewldana Rêveberiya Polîtikaya Malbat û Civakî ya Bajêr bi erênî pêşwazî li hat kirin û hejmareke zêde ya serok eşîr û rîspiyên herêmê qebûlkirin ku bibin xwebexş.

Di vê çarçoveyê de peymanek hat îmzekirin. Ew peyman têkoşîna li hemberî zewicandina zarokan û tundiya li dijî jinê lixwe digire.