Li warê Mem û Zînê pêşpirka kişikê ya Mîr û Mem hat sazkirin

26-11-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêt (Rûdaw) - Turnuwaya Kişikê ya Mîr û Mem li hedu navçeyên Cizîr û Îdilê yên Şirnexa Bakurê Kurdistanê hat sazkirin.

Turnuwaya Kişikê ya Mîr û Mem li navçeyên Cizîr û Îdilê ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navînî hat lidarxistin, bi milmilaneya fînalê ya li Mala Dengbêjan a Cizîrê va bi dawî bû.

Piştî fînala xwendekarên ku pile bi dest xistin hatin xelatkirin.

Qaymeqamê Cizîrê Davut Sinanoglu diyar kir, pêşbaziya ku ji herdu navçeyan 370 xwendekar beşdar bûn, di 8 kategoriyan de bi rê va çû û ji her kategoriyê 3 xwendekar serkevtin.

24 xwendekaran xelatê xwe wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst