Ji bo vegera welatiyên Mesîhî bajarokê Telisqof tê nûjenkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Niha dema nûjenkirina xaniyan e û hosta û karker bê navber bo nûjenkirina Telisqof kar dikin.

 

Piraniya xelkê bajarokê Telisqof, Mesîhî ne û ligel çûna DAIŞê bo navçeyê, dest ji mal û milkên xwe berdane û heta niha jî akinciyên wê bi tevahî venegeriyane cihê xwe. Armanca kampanya nûjenkirina dêr û xaniyên Telisqof ew e ku koçber vegerin bajarokê xwe.

 

Endazyar Luweyd Necim dibêje: "Bêguman ev dêr cihekî dîrokî ye û em wê diparêzin. Divê em nûjen bikin daku rê xweş bibe û xelk vegerin navçeyê. Divê ev cihên kulturî yên li Telisqof bên parastin."

 

Piraniya xanî û herwiha saziyên olî û mîrî li ser erkê rêxistinên mirovî hatine nûjenkirin. Hevdem ew rêxistin ji xeynî nûjenkirina xaniyan, di peydakirina pêdiviyên din ên nav malê de jî hevkariya xelkê Telisqof dikin.

 

Niştecihê Telisqofê Yûnis Hana  diyar dike: "Xelk vegeriyane malên xwe. Rêxistinên mirovî li nav gund di warê nûjenkirina xanî û herwiha peydakirina kelûpelên din wek tankên avê û boyleran de bûne hevkar. Wan hevkariya hemû malan kirine. Kesên şiyana wan a maddî nebûye, xanî ji wan re nûjenkirine, herwiha ji sedî 90ê gund ji aliyê rêxistinan ve hatiye nûjenkirin."

 

Telisqof bajarokekî Mesîhînişîn e û 40 kîlometre dikeve bakurê Mûsilê. Li gor daneyan, berî çûna DAIŞê, 1600 malbat li vî bajarokî dijiyan, lê heta niha tenê 600 malbat vegeriyane navçeyê. Armanca rêxistinên mirovî jî ew e ku bi rêya nûjenkirina bajarok rê xweş bikin daku koçberên din jî vegerin ser mal û milkên xwe yên li Telisqofê.