Amerîka 30 hezar şervan bo HSDê rahênan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka di xurtkirina hebûn û bicihkirina hêzên xwe de, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Li beramber vê yekê jî, helwestên cuda cuda têne diyarkirin û eşkerekirin.

 

Zanyariyên nû nîşanê bi wê yekê didin ku Amerîka 400 serbazên marênz şandine rojhilatê Dêrezorê, bi armanca şerê DAIŞê, herwiha dest bi rahênankirina 30 hezar kesên din jî kiriye, ku ew jî ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ne. Di demekê de ku berê jî, 60 hezar şervanên HSDê li wan navçeyan hene.


Ev rewş ji aliyê hinek şirovekaran ve, weke rêgiriyê li pêş destêwerdan û serdestiya Tehranê tê dîtin. Şam û Moskow jî vê yekê bi nerewa û metirsîdar binav dikin. Tirkiye jî van gavên Amerîka wek piştgiriyê ji dijminên xwe re dibîne.


Rêveberiya Xweser, HSDê, MSDê, YPGê, PYD ku hebûna amerîkî weke garantiyekê ji xwe re dibînin, dilxweşî û hêviya xwe bi vê gavê nîşan didin.


Derbarê vê yekê de Berdevkê HSDê Kîno Gebriyêl ji Rûdawê re wiha got: “Ez guman dikim ku ev mijar taybet bi Hevpewymaniya Navdewwletî ye, ku ew bi awayekî baş zelal bike. Lê derbarê me, berdewamiya wan bername û projeyan e, ku hatine danîn, ji bo rahênankirina Hêzên Sûriyeya Demokraîtk, di hemû warên pisporî de, li ser hemû ast û navçeyên girêdayî wan, ji bo ku bi kar û erkên xwe rabin. Li ser vê bingehê jî, bernameya me ligel grûpên nû ku ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve bêne bikaranîn, dê berdewam bin.”


Tirkiye, nêzîkbûna Amerîka û hevahengî hevpeymaniya wê ligel HSDê, weke gef û metirsî li ser ewlehiya welatê xwe dibîne û daxwazê ji rêveberiya Waşintonê dike ku dawiyê bi vê pêwendiyê bîne.


Damezrandina 5 xalên leşkerî yên çavdêriyê yên Amerîkayê, ku 3 xal ji wan li Girê Sipî û 2 li Kobanî, li raserî sînorê Tirkiyê, hatine danîn, ji aliyê  Tirkiyê ve, weke "Parastina Kurdan" tê binavkirin û şirovekirin.


Li aliyekî, hikûmeta sûrî û hevpeymanên wê, ji Îran û Rûsyayê, vê hebûna hêzên amerîkî bi destêwerdaneke nerewa û binpêkirina serweriya Sûriyê binav dikin û di wê baweriyê de ne ku Amerîka şerê DAIŞê weke behane ji bo hebûna hêzên xwe li wan navçeyan, bikar tîne, bi taybetî ku rûbêrê dahata %70 ji petrola Sûriyê, li wan navçeyan, li jêr desthilata hêzên amerîkî û hevpeymanên wê, ji HSDê, MSDê û Rêveberiy Xweser in. 


Berpirsên rêveberiya Waşintonê tekez dikin ku ew dê di bicihkirina hêzên xwe de, li wan Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewam bin û dê hebûna hêzên xwe jî, weke hebûneke stratejîk nîşan didin.