ERDHEJA KIRMAŞANÊ – Di bin sermaya dijwar de bê çadir mane

26-11-2017
Kirmaşan
Kirmaşan
Nîşan Kirmaşan Erdhej Serpêl Zehaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li kampa ziyanpêkeftiyên erdheja Kirmaşanê ya gundê Aynewa ya bajarê Serpêl Zehaw, hemwelatî ji ber kêmbûna pêdiviyên rojane giliyan dikin. Li gorî gotina wan, berpirsên dezgehên alîkariyê ji bo her 30 malbatan 3 çadiran didin.

 

Pirsgirêkeke din a ziyanpêkeftiyên erdhejê, sar û sermaya zivistanê ye, ku bi şev li Kirmaşanê pileya germê dikeve 10 pile bin sifirê. Lewma pêwîstiya hemwelatiyan bi kabîne û çadiran heye.

 

Berpirs dibêjin, 5 hezar kabîne û konteynir şandine bajarê Serpêl Zehawê. Lê ev hejmar pir kêm e û hinek ji wan jî yên xêrxazan in.

 

Hemwelatiyên gundê Aynewa ya bajarê Serpêl Zehaw jî dibêjin ji bo her 30 malbatan 3 çadiran didin û dibêjin di bin de bijîn. Lê berpirs îdîa dikin wan 76 hezar çadir şandine, ku ev hejmar zêdetirî ya pêwîstiyan e.

 

Cîgirê Parêzgarê Kirmaşanê jî ragihand, ku ew alîkariyan didin Supaya Pasdaran da ku parve bikin. Lê di rojên derbasbûyî de ji ber reftar û karên pasdaran, nerazîbûneke mezin li vê herêmê hebû.

 

Li gorî biryaran, kabîne didin wan malbatên ku malên wan nikare were nûjenkirin û pêwîste ji nû ve were avakirin.

 

Wezîrê Rê û Bajarsazî ya Îranê Ebas Axundî roja Şemiyê 25-11-2017, ragihandibû, ku dê avakirina xaniyên hemwelatiyên li ber erdhejê ketine, dest pê kiriye.

 

Li gorî amarên fermî, ji ber erdhejê ziyan gihitşiye 30 hezar û 500 xaniyan.

 

Parlamenterên Kirmaşanê jî dibêjin, bi wê alîkariya ku hikûmet dide hemwelatiyan, tenê dîwarên xaniyan jî pê nayê çêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst