Birinca Qerejdaxê îsal biha ye

Amed (Rûdaw) – Ji ber kêmbûna birincê û daxwaza zêde bihayê birînca Qerejdaxê îsal zêde ye.


Çiyayê Qerejdaxê ku li Bakurê Kurdistanê dikeve nav hidûdê bajarên Amed, Riha û Mêrdînê bi hilberîna birincê navdar e, her sal ev birinc di vê demsalê de  dikeve nav bazaran û tê firotin. Piştî debirkirinê îsal jî ev birinca nû hate nav ser dezgehên firoşkaran;  lê ji ber kêmaviyê ev birinc li gor sala borî ji sedî 35 kêm bûye.


Birinca Çiyayê Qerejdaxê ya bi nav û deng  îsal jî  hate debirkirin û niha dem dema spîkirina wê ye.


Di vê serdemê de cotkarên Qerejdaxî çeltukên xwe tînin aşên birincan û ew çeltîk demildest têne tovilkirin.


Aşvan Hecî Elî 40 salê karê birincê dike û ew niha li ser aşê xwe ye, birinca Qerejdaxê li aşê wî tê spîkirin û di torbeyan de ev birinc ji nav bazarê re tê veguhestin.


Hecî Elî Korkmaz ji Rûdawê re wiha got: “Ev birinc di nav erdê kevir de tê ajotin, ji ber wê zehmetiya wê gelek zêde ye, li gor sala par ji sedî 35 kêm hatiye.”


Bi hatina hilberînên îsal nav bazara Amedê jî geş e, firoşkar niha bi kelecaneke mezin li ser dezgehên xwe birinca Qerejdaxê difroşin.


Firoşkarê bi navê Evdirrehman Baran jî got: “Hîn hezjêkiriyê birinca Qerejdaxê hene kiloyek 5, 10, 20, 30 lîrê be jî dîsa distînin. Parlementerê Amedê li Enqerê telefonê didine me û daxwaz dikin, ji ber ku ji xeynî birinca Qerejdaxê birinc naxwin.”


Ji ber kêmbûna birincê û daxwaza zêde bihayê birincê îsal zêde ye, lê hezjêkiriyê birinca Qerejdaxê bi awayekê xwe digihînê û distîne.


Kiryar Mehmûd Ehmed jî wiha axivî: “Ez ji Amûdê ji Rojava me, ez hatim Amedê, bere min birinca Qerejdaxê nexaribû. Min bir mal û me xwar û me geleke jê hezkir. Ji ber ku ev birinca Kurdan e, ez her tim vê birincê dibim.”


Salewext ji çiyayê Qerejdaxê bi serûbin 12 hezar ton çeltûk tê hilberandin, ji vê çeltûkê 7 hezar ton birinc dertê, cotkarên Qerejdaxê ji sedî 70 debara xwe bi çandina birincê dikin.