Komeleya Şêx Seîd hat pesndkirin

 

Amed (Rûdaw)- Komeleya ji aliye malbat û lêzimên Şêx Seîd ve ya binavê “Komeleya Çand û Perwedeyê” hatî avakirin bi fermî hat pesndkirin .

Malbat û lêzimên Şêx Seîd ji beriya 2 heyva daxwaznameya damezrandina Komeleya Şêx Seîd  dabûn Parêzgeriya Amedê. Parêzgeriyê daxwaznameya damezrandina komeleyê pesend kir.

Serokê komeleyê û neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat ji Rûdawê re ragihand ku armaca wan a yekemîn ew e ku cihe gora Şêx Seîd û 1925 wî yên sala 1925ê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve  hatî bi darve kirin  diyar bikin .

Firat diyar kir ku armaca wan a din jî li ser navê Şêx Seîd zankoyek ava bikin e û wiha got:

 “Zankoya Şêx Seîd, dê li gorî giyan û mezheba wî be. Li zankoyê dê beşên dîroka gelên Kurdistanê,  wêje, fen, hiqûk û hwd hebin. Herwiha dê zanistiya îslamê jî bê dayîn.”

Serhildana sala 1925an a bi rêbertiya Şêx Seîd ji navçeya Pîranê ya Amedê dest pê kirî di demek kurt de li bajarên Çewlîg û Elezîzê belav bû.

 

Lê Şêx Seîd û 46 hevalên xwe di heman salê de hatin girtin û li Qada Dagkapi (Şêx Seîd) ya Amedê hatin îdamkirin.

 

Cîhê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji ber ku heta niha arşiva dewletê nehatiye vekirin, nayê zanîn.

 

Li gorî dîroka fermî ya Tirkiyeyê serhildana Şex Seîd “serhildanek olî” bû lê li gorî kurdan ev serhildan ji ber înkarkirna mafên kurdan derketibû.

 

Li Tirkiyeyê serhildana Şêx Seîd di pirtûkên dîrokê de weke “dijî Komara Tirkiyeyê û kevneperest” tê nîşandan.

Li Amedê mizgeftek û qadek li ser navê Şêx Seîd heye.