Îsraîlê êrişî Îranê kir: Kê çi got?

Hewlêr (Rûdaw) –Artêşa Îsraîlê îro baregehên leşkerî yên Îranê yên li Tehran, Îlam û Xuzistanê bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îranê ji ber êrişa Îsraîlê 2 leşkerên wan hatine kuştin û sîstema parastina sivîl rê li ber êrişan girtiye.

Êrişa Îsraîlê karvedaneke mezin a welatan li dû xwe anî.

Aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de piştî Şerê Xezeyê yê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de dest pê kir.

Roja 13ê Nîsana 2024an Îranê bi sedan dron û mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Ev êriş bû yekem êrişa rasterast a Îranê ya li dijî Îsraîlê.

1ê Çiriya Pêşîn a 2024an Îranê bi 200 mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kir.

Amerîka: Bersiva Îsraîlê ji bo xweparastinê bû

Amerîkayê bangî Îranê kir bersivê nede êrişa îro ya Îsraîlê.

Berdevkê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Sean Savett bangî Îranê kir û wiha got:

"Em bangî Îranê dikin ku êrişên xwe yên li ser Îsraîlê rawestîne da ku bi rêze êrişan rewş xirabtir nebe.

Bersiva Îsraîlê ji bo xweparastinê bû.

Îsraîlê êrişî herêmên sivîlan nekir û cihên leşkerî bombebaran kir.

Armanca li Rojhilata Navîn aramkirina rewşê û bipêşxistina dîplomasiyê ye.”

Li aliyê din, Wezîrê Parastina Amerîkayê Luid Austin û Wezîrê Parastina Îsraîlê Yoav Gallant bi rêya telefonê derbarê êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê de axivîn.

Îraq: Em piştgiriyê didin Îranê û êrişê şermezar dikin

Hikûmeta Îraqê êrişa Îsraîlê ya li Îranê şermezar kir.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim El-Ewadî di daxuyaniyekê de da zanîn:

"Êrişên Siyonîstan ên tundrew û berfirehkirina pirsgirêkan li herêmê û şêwaza êrişan berdewam dike.

Îsraîlê vê carê jî destdirêjiya xwe ber bi Komara Îslamî ya Îranê ve dirêj kiriye û êrişeke asmanî li dijî Îranê pêk aniye.”

El-Ewadî diyar kir ku ew bi tundî êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê şermezar dikin û piştgiriyê didin Îranê.

Urdun: Me nehişt ti balafirên leşkerî yên şer derbasî herêmê bibin

Artêşa Urdinê ragihand ku ew rê nadin ti balafirên leşkerî ji asmanê Urdinê derbas bibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên esmanî yên Urdinê çavdêriya rewşê dikin.

Artêşa Urdinê bangî welatiyan kir ku zanyariyan ji çavkaniyên fermî wergirin û nekevin nava gotegotên nerast.

Welatên Kendavê: Em êrişê şermezar dikin

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdiyê jî li ser êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê daxuyaniyek belav kir û êriş şermezar kir.

Di daxuyaniya de hat diyarkirin ku êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li dijî Îranê aloziya li herêmê zêdetir dike.

Erebistana Siûdiyê bangî aliyan kir û wiha got:

"Em bangî hemû aliyan dikin ku xwe ragirin û aloziyê kêm bikin.

Erebistana Siûdiyê bangî civaka navneteweyî û aliyên bibandor û çalak dike ku rol û berpirsyariyên xwe yên ji bo kêmkirina aloziyê û bidawîanîna şer û pevçûnan li herêmê bi cih bînin.”

Li aliyê din, Îmarata Erebî û Qeterê jî li ser êrişê daxuyanî belav kirin û êriş şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Îmarata Erebî û Wezareta Karên Derve ya Qeterê bangî aliyan kir ku dawî li rageşiyê bînin û ji bo îstiqrara herêmê dest bi diyalogê bikin.

Tirkiye: Em êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê şermezar dikin

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî li ser êrişa Îsraîlê ya Îranê daxuyaniyek belav kir û êriş şermezar kir.

Di daxuyaniya Wezaretê de wiha hatiye gotin:

"Em êrişa Îsraîlê ya li Îranê bi tundî şermezar dikin.

Îsraîla ku li Xezeyê komkujî kir, xwe amade dike ku Şerîa Rojava dagir bike.

Îsraîl li Libnanê her roj sivîlan qetil dike, herêma me ber bi şerekî mezintir ve dibe.

Em bangî civaka navneteweyî dikin ku ji bo bicihanîna yasayê û rawestandina hikûmeta Netanyahu tevbigerin.

Wekî Tirkiye em careke din tekez dikin ku em naxwazin êdî li herêma me şer, tundî û bê hiqûqî rû bidin.”