Doza DIAYDERê: 16 kes hatin cezakirin

Duh li 02:02
RÛDAW
Nîşan DIAYDER Cezakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di doza DIAYDERê de bi hinceta ku xutbe û şîret bi zimanê Kurdî dane cezayê girtîgehê li 16 endam û birêvebirên komeleyê hat birîn.

Li parêzgeha Stenbolê doh di rûniştina doza Komeleya Hevkarî û Piştgiriyê ya Zanyarên Olî (DIAYDER) de ku bi giştî 22 zanyarên olî, serok, birêvebir û endamên komeleyê dihatin darizandin biryar hat dayîn.

Di rûniştina biryarê de 14emîn Dadgeha Cezayê Giran bi hinceta “endamtiya rêxistinê û propagandayê” cezayê girtîgehê yê 6 sal û 3 mehan li 12 kesan û 7 sal û 6 mehan li 4 kesan birî.

Her wiha li gorî biryarê ji bo 9 kesan 6 sal û 3 meh, Serokê Komeleyê Ekrem Baran jî di nav de ji bo 3 kesan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û ji bo 4 kesan jî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê girtîgehê hat dayîn.

Dadgehê derbarê kesekî de ku koça dawî kiriye doz betal kir û derbarê 6 kesan de jî biryara beraatê da.

Di îdianameyê de hatiye gotin ku DIAYDER girêdayî Komîteya Baweriyan a KCKyê ye û ev tê wateya endamtiya rêxistinê û li ser vê bingehê darizandin hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst