Li Erzinganê 2 otomobîl li hev qelibîn: 5 kes mirin

Duh li 12:42
RÛDAW
Nîşan Erzingan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gercanê ya parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn, 5 kes mirin.

Li ser rêya Erzingan- Gercanê ya nêzîkî gundê Teknecîkê otomobîla Hanîfî A. û otomobîla Ahmet K.Y. li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de her du şofêr û kesên di nav otomobîlan de ku navên wan Selvî A., Huseyîn A. û Dogukan Ş. ne li cihê bûyerê mirin.

Ji ber qezayê agir bi otomobîlekê ket û bi tevahî şewitî.

Ji ber bûyerê, heta demekê rê yekalî li ber çûnûhatinê hat girtin.

Derengiya şeva borî jî li heman parêzgehê otomobîl û barhilgirek li hev qelibîbûn û 3 kes miribûn û kesek jî bi giranî birîndar bûbû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst