Di bin siya şer de pêvajoya aştiyê: ‘Werin em rawestînin!’

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin siya êriş, çalakî û bombebaranan de gotûbêjên pêvajoyeke nû ya çareseriyê didomin.

Gelo pêvajoya çareserkirina Pirsa Kurd dest pê kiriye yan na?

Armanca pêvajoyê çi ye û muxatab kî ye an jî kî ne?

Ji van zêdetir pirs hene ku hîn bersivên wan zelal nebûne.

Piştî gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî nerazîbûna partiyên siyasî didomin ku banga çûyîna Ocalan a Parlamentoya Tirkiyeyê kiribû.

“Bila Ocalan ji cihê ku lê ye banga xwe bike”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser banga Devlet Bahçelî got:

“Em piştgiriyê didin aştiyê û danîn çekan lê xwediyê fikra anîna Abullah Ocalan a parlamentoyê ya Birêz Bahçelî ye.

Divê ji wî bipirsin. Fikrekî me yê wiha nîne lê em dibêjin gotina hemû aktoran hêja ye.

Heger pêwîst e Ocalan biaxive, ne mecbûr e  were ser kursiya ku Bahçelî û DEM Partî bi hev re bi kar tînin.

Dikarin derfetê ava bikin û Ocalan ji cihê ku lê ye banga xwe bike.”

“Nûnerên gelê Kurd, ew bi xwe ne”

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatih Erbakan jî beşdarî nîqaşên pêvajoyeke nû ya çareseriyê bû û destnîşan kir ku eger di pêvajoyê de rasterast welatiyên Kurd muxatab werin girtin ew dê piştgiriyê bidin.

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatih Erbakan jî anî ziman:

“Nûnerê welatiyên me yên Kurd ne Abdullah Ocalan, ne PKK, ne PYD, ne YPG û ne jî bi serê xwe DEM Partî ye.

Eger ji bo çareseriyê li muxatabekî digerin, nûnerên gelê Kurd partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî yên herêmê ne, eşîretên herêmê û welatiyên Kurd bi xwe ne.”

Tevî van nîqaşan bombebaranên artêşa Tirkiyeyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê didomin û li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonên desteserkirinê tên kirin.

“Werin em şer rawestînin”

Piştî Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihand ku çalakiya li dijî TUSAŞê ya Enqereyê ji aliyê tîmeke xweser a Tabûra Nemiran ve hatiye kirin, Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Zubeyîr Aydar banga agirbestê kir.

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Zubeyîr Aydar banga agirbestê kir û anî ziman:

“Tevî van hemû tiştên ku çêbûne, destpêkê werin em şer bi agirbestê rawestînin.

Berê 2013an me gaveke wiha avêtibû û encamên wê ji bo me hemûyan baş bûn.

Wê demê ne cenaze dihatin û ne jî bombebarankirin hebûn. Her kes bi hizûr bû.”

Di çend rojên ku li Tirkiyeyê behsa pêvajoyeke aştî û çareseriyê tê kirin de şer dualî gurtir bûye.

Di êrişa li TUSAŞa Enqereyê de 5 kes hatin kuştin.

Piştî wê êrişê artêşa Tirkiyeyê wekî bersiv Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin û 17 kesan canê xwe ji dest da.