DÊRSIM - Barhilgira ku diçû Siwêregê qulibî: 50 mîh mirar bûn!

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdisanê barhilgireke ajel lê barkirî bûn wergeriya û nêzîkî 50 mîhî mirar bûn.

Li gorî zanyariyan koçerên ji navçeya Siwêregêa Rihayê ji bo ku vegerin malên xwe li parêzgeha Gumuşhaneyê ajelên xwe li barhilgirekê bar kirine û bi rê ketine.

Doh li ser rêya parêzgehên Dêrsim û Xarpêtê barhilgir ji rê derketiye û tevî ajelan wergeriyaye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, rizgarkirin û cendermeyan çûn cihê bûyerê û midaxeleya destpêkê hat kirin.

Hat ragihandin ku şofêrê barhilgirê bi sivikî birîndar bûye û tîman ew biriye Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Her wiha tîmên rizgarkirinê hesinên dawiya barhilgirê birîne û nêzîkî 200 mîhî ji nav barhilgirê hatine rizgarkirin.

Li gorî lêkolîna ku hatiye kirin nêzîkî 50 mîhî jî mirar bûne.

Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.