Zubeyîr Aydar banga agirbestê kir: ‘Em hene!’

26-10-2024
RÛDAW
Nîşan Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê diyar kir ku ti pêwendiya êrişa TUSAŞê bi pêvajoya çareseriyê re nîne û banga “agirbesteke dualî û ji dil” kir.

Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar li ser êrişa li TUSAŞa Enqereyê û pêvajoyeke nû ya çareseriyê axivî.

Aydar beşdarî bultena Medya Haberê bû û ragihand ku ti pêwendiya êrişa li TUSAŞê bi nîqaşên pêvajoya çareseriyê re nîne.

Aydar da zanîn ku heta roja êrişê li ser pêvajoyê ti peyam ji wan re neçûne û diyar kir ku bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re jî ti hevdîtin nehatine kirin.

Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar bal kişand ser agirbestên ku berê hatine kirin û got:

“Em agibesteke dualî û ji dil bikin. Tevî van hemû tiştên ku çêbûne, destpêkê werin em şer bi agirbestê rawestînin.

Berê 2013an me gaveke wiha avêtibû û encamên wê ji bo me hemûyan baş bûn.

Wê demê ne cenaze dihatin û ne jî bombebarankirin hebûn. Her kes bi hizûr bû.”

“Em ji vê pêvajoyê re hene”

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê her wiha anî ziman:

“Agirbesteke wiha ya ku berê hatibe kirin, îro jî dikare were kirin.

Em tiştekî nû keşf nakin, ez pêşniyar dikim metodeke ku berê bi kêr hatibe dîsa bi cîh bînin.

Em ji vê pêvajoyê re hene. Ji we jî dipirsim, di vê mijarê de baweriya we heye?

Em niha vê agirbestê pêk bînin û dest bi danûstandinan bikin û bilez bikin.

Heta şer nehatiye ber deriyê me û agirê li Rojhilata Navîn negihiştiye herêma me, em neçar in vê meseleyê çareser bikin.

Ne tiştekî zehmet e, bes em bi biryar bin.”

Çi bûbû?

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê mehê got ku bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.

Bahçelî amaje bi wê yekê kir ku ew ji bo avêtina hinek gavan amade ne û got:

“Heger li ser mijara siyaset, welat û paşerojeke bêyî teror her kes li hev bike, em amade ne destê xwe bixin binê kevir, em bi hebûna xwe li holê ne.”

Bahçelî her wiha anî ziman ku eger tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, bila di Civîna Koma Meclisê ya DEM Partiyê de biaxive û bang bike ku PKK bi temamî qediyaye û rêxistin ji holê hatiye rakirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştgirî da gotinên Bahçelî û got:

“Divê pencereya derfeta dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Cumhurê ve hatiye vekirin, nebe qurbaniya hesabên şexsî.”

Piştî 43 mehan Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ragihand ku 23yê mehê çûye Îmraliyê.

Omer Ocalan ji ser hesabê xwe yê Xê peyama Abdullah Ocalan a ji raya giştî re par vekir.

Abdullah Ocalan wiha gotibû:

"Tecrîd berdewam dike. Heger şert û merc pêk werin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê pêvajoyê ji zemîna nakokî û tundiyê ber bi zemîna hiqûq û siyasetê biguherim.”

Li aliyê din, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKyê diyar kir ku ew dê bi hemû awayî pêbendî helwesta Abdullah Ocalan bin û mixatabê pêvajoyê Ocalan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst