Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişa Îsraîlê ya li Îranê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişa Îsraîlê ya li Îranê daxuyuniyek belav kir û banga diyalogê li aliyan kir.

Îro serê sibehê Îsraîlê li parêzgehên Îlam, Xuzistan û Tehranê êrişî baregehên leşkerî yên Îranê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên Îsraîlê yên li Îranê daxuyaniyek belav kir û  êrişa Îsraîlê şermezar kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bangî hemû aliyan kir ku xwe rabigrin da ku aloziyên li herêmê zêdetir nebin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyan xwest ku ji bo diyalogê û belavnebûna pevçûnan hewl bidin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku zêdebûna şer û pevçûnan û encamên wê, aramiya tevahiya herêmê dixe metirsiyê.

Artêşa Îsraîlê îro serê sibehê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.

Îsraîlê di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên Îsraîlê wekî bersiva êrişên çend mehên dawî yên Îranê yên li dijî xaka Îsraîlê li dijî armancên leşkerî yên Îranê dest bi bomberanan kirine.

Artêşa Îranê jî diyar kir ku di êrişên Îsraîlê de 2 leşkerên wan hatine kuştin.

Artêşa Îranê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku sîstema parastina asmanî li hemberî erişan “serkeftî” bûye, xisareke sivik gihiştiye hin cihan û lêkolîn didomin.