Balafirên Îsraîlê bombe bi ser Şamê de barandin

26-10-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên Îsraîlê li Sûriyeyê çend baregehên leşkerî bombebaran kir.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê li naverast û başûrê Sûriyeyê çend baregehên leşkerî bombebaran kiriye.

Li gorî medyaya fermî ya Sûriyeyê, hêzên asmanî yên Sûriyeyê “çend mûşekên Îsraîlê ber bi Girên Golanê ve vegerandine”.

Hat diyarkirin ku sîstema parastinê ya artêşa Sûriyeyê bersiva êrişên Îsraîlê daye.

Li aliyê din, çavkaniyên xwecihî da zanîn ku Îsraîlê êrişî derdora Şam, Hims û Siweydayê kiriye.

Heta niha Hikûmeta Sûriyeyê li ser ziyanan ti amar ranegihandine.

Îro danê sibehê li Tehranê dengê çend teqînan hat û artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan êrişî çend beregehên leşkerî yên Îranê dikin.

Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku êriş ji bo tolhildana êrişa Îranê ya 1ê Çiriya Pêşînê hatiye kirin ku Îranê nêzîkî 200 mûşekên balîstîk avêtin nav axa Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê piştî êrişê ragihand ku bombebarana baregehên leşkerî û kargehên mûşekan ên Îranê bi dawî hatiye û balafirên şer vegeriyane baregehên xwe.

Îranê 1ê Çiriya Pêşînê ji bo tolhildana kuştina çend serkirdeyên Îranê û Serokê berê yê Ofîsa  Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye û Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasrallah bi mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst